KCDK-E li dijî êrîşên dagirker ên Tirk bang kir ku her kes derkeve qadan

KCDK-E li dijî êrîşên dagirkerên Tirk ên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê bang kir ku hemû Kurd, reşwenbîr, şoreşger, gelên Ewropa û cîhanê rabin ser piyan.

KCDK-E'yê têkilî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk bi daxuyaniyekê bang li gel kir ku li dijî êrîşên dagirker ên Tirk derkeve qadan.

KCDK-E'yê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Metîna, Avaşîn û Zapê bi bîr xist û got artêşa Tirk ji ezmanî û bejahî ve herêmê qadên sivîl bombe dike û got, ''Artêşa Tirk a dagirker ku bi hawan û obûsan êrîşa giran tîne, bêyî ku cihêtiya sivîl-gerîla bike qirkirina Kurdan daye ber xwe.''

Li dijî êrîşên Tirk KCDK-E'yê bang li gelê Kurd kir ku li dijî van êrîşên ku têne maneya 'manûnemanê' rabin ser xwe, derkevin kuçe û qadan.

KCDK-E'yê got,''Ji bo ku em sûcên şer ên rejîma Tİrk û dîktator Erdogan, armancên wan ên dagirkirinê teşhîr bikin li her deverê em radibin ser xwe'' û bang li gelê Kurd, şoreşger, demokrat, rewşenbîran, gelên Ewropa û cîhanê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk rabin ser xwe.