Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

KCDK-E: Ji bo şikandina tecrîdê em beşdarî çalakiya 27’ê Sibatê ya li Brukselê bibin

KCDK-E: Em banga tevlîbûnê ji bo meş û mîtîngê dikin, ku 27’ê Sibatê (Çarşem) li Brukselê li pêşiya saziyên navnetewî  wê were lidarxsistin.

Ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan 27’ê Sibatê li Brukselê meş û mîtîngek tê lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E daxuaniyek nivîskî weşand û diyar kir berxwedana bi pêngava ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ di roja 108’an de bi biryardarî didome. Dîwana Hevserokatiya KCDK-E got; “Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê di roja 108’an, Nasir Yagiz di roja 95’an, girtîgeh roja 70, Strasboûrg û Gallerê jî di roja 69’an de ye û çalakgerên grevê bi rûhê fedayî liberxwe didin.”

Daxuyaniya KCDK-E wiha didome;

“Carek din em diyar dikin, di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê hatiye ber sînorê mirinê. Jiyana çalakgeran di destê me de ye. Eger em li gel wan li ber xwe bidin, mil bidin milê wan û têbikoşin em ê jiyana wan rizgar bikin. Ew dibêjin ‘heta tecrîd neyê şikandin bedelê wê çi dibe bila bibe em amade ne bidin’.

Wê demê rizgarkirina jiyana wan di destê me de ye. Jiyana wan bi şikandina tecrîdê ve girêdayî ye û ji bo wê jî li Ewropayê em bikevin pêvajoya têkoşînê ya bêdawî de. Her kesê dibêje ez Kurd im, her jin, her ciwan, her şoreşgerek, sosyalîst ên dibêjin ‘em mirov in’ divê beşdarî pêvajoyê bibe. Dema Leyla Guven, Nasir Yagiz, Gulistan Çiya Îke û çalakgerên din  ji bo tedawiyê dibin nexweşxaneyê tedawiyê red dikin. Erka me ya bicih anîna van peyaman heye. Em carek din bang dikin ku roja 27’ê Sibatê em neçin kar û dibistanê ji bo rizgarkirina jiyana çalakgerên greva birçîbûnê beşdarî meş û mîtînga li Brukselê li pêşiya saziyên navnetewî ya Ewropayê bibin.”