KCDK-E'yê li dijî êrîşên qirker banga tevlîbûna çalakiyên li pêşiya PE’yê kir

KCDK-E, li dijî êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk banga kombûna li pêşiya Parlementoya Ewropayê kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga daketina qadan kir.

KCDK-E’yê anî ziman ku ji bo jiyîna li cîhaneke bê şer, di nava aştî û azadiyê de jiyîn mîna hemû gelên cîhanê mafê gelê Kurd jî heye ku bi heman rengî bijî.

KCDK-E’yê diyar kir ku li gorî Peymana Avakirina Rêxistinên Navneteweyî û belgehên bingehîn armanc û erkên bingehîn ên civakên navneteweyî; li cîhanê û di nava civakan de aştî û ewlekariyê pêk bîne û got: “Mixabin li ber çavên NY’yî û hemû saziyên navneteweyî yên li ser van erkan xwedî mîsyonin, li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hovîtî tê kirin.”

Li ber çavê cîhanê û saziyên navneteweyî hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê li Şengal û Rojava bombe li nexweşxaneyê barandin. 10 mirov hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. Dewleta Tirk ji bêdengiya Ewropa, NY, NATO’yê cesaretê digire, li dijî pîvanên navneteweyî û hiqûqê nexweşxaneyan bombe dike.

Dewleta Tirk a qirker di mehên dawî de di êrîşên xwe yên dagirkeriyê de bê ku jin, zarok kal bide alî, gelê Kurd bi vekirî dike hedef û qir dike. Gelê Kurd koçber dike, bi her cûre êrîş û çekên kîmyewî bikar tîne. Xwezaya Kurdistaanê, dîrok û civaka wê dixwaze tine bike.

Dîktatorê faşîst Erdogan, dîsa di serî de AKP-MHP ji bo krîza dewletê bide derbasirin, li ser dijminahiya li Kurdan, bi hemû hîsên nîjatperest û miletgerî yên partî û civakê li dijî gelê Kurdistanê bi israr şer dide domandin. Bi hincetên vala û ewlekariyê dagirkeriyê belav dike. Dixwaze li Rojhilata Navîn, Behra Spî, Qafqasya xeyalên Osmanîtiyê pêk bîne. Vê dagirkerî û êrîşê jî bi rêbaz û hişmendiya DAÎŞ’ê dike.”

‘RÊBER APO ÇARESERÎ PÊŞ XIST’

Di daxuyaniyê de KCDK-E bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêşeroja gelê Kurd û wiha pêde çû: “Rêber Apo di nava vê hengameya Şerê Cîhanê yê 3’emîn de li dijî tarîtiya li Rojhilata Navîn dom dike, ji bo hemû nasname, û baweriyên cihê bi hev re azad bijîn, modela netewa demokratîk ku hemû mirovahî bi hev re bijî pêşkêş kir. Mirovahiya ku li dorî hêviyekê kom bûn, ketine nava kelecaniya ku ji nû ve zindî bibin.

Rêber Apo jiyana azad e, li dijî şer temînana çareserî û aştiyê ye. Rêber Apo bi ramanê jiyana azad a nû ji bo mirovahiyê, aştiyeke domdar û bi rûmet pêşkêş kir.

‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN QIRKER Û DAGIRKER ÊN DEWLTA TIRK DAKEVIN QADAN’

KCDK-E herî dawî ev bang kir: “Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşiyê ya Cîhanê li her derê, bi hemû parêzvanên aştiyê re, dakevin kolanan, li her welat, bajar, li Kurdistan û cîhanê li dijî şer û qetlîaman dirûşmên aştî, azadî û demokrasiyê qîr bikin.

Em KCDK-E di serî de bang li hemû şexsiyet û saziyên demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dikin ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk, li dijî dagirkerî û binpêkirinan vedixwînin çalakiya rûniştinê ya li Belçîka ya li pêşiya Parlemetoya Ewropa (Place du Luxembourg 1050 Brussels, Belgium)  ku bi dirûşma ‘Li dijî dagikeriya Tirk Kurdistanê Biparêzin’ ku wê Kurdistanî û dostên wan ên Hollanda, Belçîka, Bakurê Frnasa û Elmanya û eyaletên NRW’ê tevlî bibin.