KCDK-E, FEDA û Heyva Sor ji bo Haydar Işik peyamên sersaxiyê weşandin

KCDK-E, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Heyva Sor a Kurdistanê ji bo nivîskar Haydar Işik ê ku li Elmanyayê rehmet kir, peyamên sersaxiyê weşandin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di peyama xwe ya sersaxiyê de got “Rewşenbîrê neteweyî yê Kurd Haydar Işik bi Kirmanckî, Tirkî û Elmanî gelek roman û çîrok nivîsand. Ev xebatên wî ji bo gelê Kurd û mirovayetiyê bûn mîrate.

Haydar Işik di darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de êşeke mezin kişand, mal û milkên wî hatin desteserkirin û neçar ma sirgun bibe.  Işik di sala 1984’an de koçî Elmanyayê kir û dewleta Tirk a faşîst ew ji hemwelatîbûnê derxisttibû. Işik di temenê xwe de bi helwesta xwe ya xurt ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Ji bo gelê Kurd kedeke mezin da. Wî him ji bo Rojava, him ji bo Şengal û him jî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê kedeke mezin da. Ew rewşenbîrekî neteweyî ye.”

FEDA’yê jî ji bo Haydar Işik ê ku ji ber penceşêrê rehmet kiriye got “Ew mamosteyê hêja yê Kurdan û Elewiyên Kurd bû. Dema ku ew hate sirgunkirin jî ji dêvila ku entegreyî pergalê bibe, wî di têkoşîna bi rûmet a Kurdistan û Dêrsimê de cih girt.Li hemberî qirkirina Dêrsimê wî têkoşîna siyasî û dîplomatîk bi rêxistin kir û pêşengiya gelek xebatên hêja yên neteweyî kir. Ew serokê rûmetê yê Kongreya Avakirina Dêrsimê û yê Komeleya Li Dijî Qirkirina Dêrsimê bû. Işik ji bo baweriya Rêya Heq û nirxên çandî û civakî gelek pirtûk nivîsand. Malbata wî di serî de em sersaxiyê ji hemû hezkirinê wî re dixwazin.”

Heyva-Sor jî di peyama xwe ya sersaxiyê de got “Wî di jiyana xwe de tu carî dev ji têkoşîna azadiyê û xeta wê berneda. Di sala 1993’an de dema ku saziyê me ava bû ew bûbû yek ji endamên pêşîn. Wî her dem piştgirî dida xebatên saziya me û ew her dem bi mazlûm û mexdûran re bû.

Em sersaxiyê ji malbata wî, ji hemû hezkiriyên wî û ji bo gelê Kurdistanê re dixwazin.”