KCDK-E: Em li dijî êrîşên dagirkeriyê dakevin qadan

Hevserokên KCDK-E’yê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku dakevin qadan.

Hevserokên KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker a ku çav lê ziviriye, bi awayek hemwext Qendîl, Kobanê û Şehbayê bombebaran dike. Divê em li dijî êrîşa qetlîamê ya ku rasterast axa Kurdistanê û qadên sivîlan dike hedef, li kuderê dibin bila bibin, demildest dakevin qadan û ji bo ku ji dewleta Tirk a qirker re bêjin raweste, bikevin nav tevgerê.

Piştî senaryoya li Cadeya Îstiklal a Stenbolê, armanca esas a vê êrîşa dagirkeriyê ya ku Rojava dike hedef tunekirina gelê Kurd û destkeftiyên wê ye. Rojava ya ku DAÎŞ têk birî û bi xwîna hezaran gerîlayan hat rizgarkirin, car din tê xwestin ku di nava tarîtiyê de bifetisînin. Ti Kurdistanî li hemberî vê yekê bêdeng namîne. Em ji vê kêliyê û şûnde bang li her kesê dikin ku dakevin qadan.

Her wiha em hêzên navneteweyî yên ku qada hewayî ji balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker re vedikin, protesto û şermezar dikin. Em KCDK-E bang li hemû meclîsên xwe, pêkhate, jin, ciwan, kal, demokratan, rewşenbîran û her kesê ku li dijî şer û qetlîamê û dibêje ez mirov im dikin ku, ji vê kêliyê û şûnde xwedî li Kurdistanê derbikevin.”