KCDK-E: Em ji bo civaka Êzidî dakevin qadan

KCDK-E’yê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û got “Em li hemberî êrîşên li ser civaka Êzidî dakevin qadan.”

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin: “Êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser hemû parçeyên Kurdistanê didome. Kampa Mexmûrê ya ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye jî di nav de, li ser gelek cih û waran gef hene.

Wekî navenda êrişên li ser civaka Êzidî jî, êrîşî Şengalê tê kirin. Dewleta Tirk a dagirker berê jî li Şengalê li meclîs, nexweşxane û dibistanan dabû. Îro artêşa Tirk a dagirker cara duyemîn li Meclîsa Gel da. Dewleta Tirk êrişên xwe yên qirkirinê didomîne.

Îro jî li Sinûnê ya bi ser Şengalê avahiya Meclîsa Gel bû hedefa droneyên dewleta Tirk. Em bang li gelê xwe û raya giştî dikin ku li hemberî van êrîşan dakevin qadan û êrîşan protesto bikin.”