KCDK-E: Em hovîtiya dewleta Tirk teşhîr bikin

KCDK-E’yê diyar kir ku dewleta Tirk a qirker, bi armanca qetilkirina gel êrîşê Rojava dike û bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku hovîtiya dewleta Tirk bike rojev û teşhîr bike.

Dewleta Tirk, îro navenda Kobanê jî di nav de, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan ber bombeyan. Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bal kişand li er wê yekê de ku êrîş û polîtîkayên qetilamê yên bi ser Kobanê de berdewam in û banga hestewariyê kir.

KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Erîşên dewleta Tirk a qirker a neyarê Kurdan bê navbir berdewam in. Qet nabêje zarok in, jin in, kal û pîr in, bi armanca qetilkirina Kurdistaniyan êrîşan dike. Di bombebarana vê sibehê li Kobanê hat kirin de Ebid Mihemed Hecî yê 12 salî hat qetilkirin û 3 jê jî birîndar bûn. Kobanê kirine hedef û gelek cih û warên sivîlan ên li nêzê sînoran rû bi rûyê gefeke bi cidî ya qetilamê ne.

Diyar e ku wê êrîşên dagirkeriyê yên bi armanca qirkirinê hêj zêdetir bibin. Mehên dawîn êrîş bi ser cih û warê sivîlan de hatine kirin û bi van êrîşan sivîl hatine qetilkirin.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên giran tên kirin, jiyana bi hezaran mirovên me di xeteriyê de ye. Em li dijî van êrîşan qirkirinê bang li gelê xwe dikin ku hestyar bin û vê hovîtiya dewleta Tirk di nava xelkê Ewropayê de bikin rojev û teşhîr bikin.

Em wek KCDK-E bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşên bi armanca qirkirinê bi ser Rojava de tên kirin û sivîlan dikin hedef, bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.“