KCDK-E: Divê em nerazîbûna xwe di asta herî bilind de nîşan bidin

KCDK-E'yê diyar kir ku ji bo teşhîrkirina sûcê dewleta Tirk ê li dijî mirovahiyê û bang li hêzên navneteweyî bê kirin ku bi erka xwe rabin, berxwedana tê kirin divê dawiya hefteyê jî bi çalakiyan di asta herî bilind de dewam bike.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û bal kişand ser girîngiya dewamkirina çalakiyên li dijî êrişkariya dewleta Tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê hate kirin û hate gotin, "Bila raya giştî ya cîhanê û gelê me zanibin, faşîzma Tirk a mêtinger li her eniyê li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd têk diçe. Ji aliyê leşkerî, dîplomatîk û aborî ve li her qadê di serdema xwe ya herî lawaz de ye. Bi rêya vê êrişê dixwaze aciziya xwe û krîza xwe ya kûr veşêre. Ev rastî li pêş çavan e. Dewleta Tirk ku pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike, ji bêdengiya hêz û dewletên herêmî û navneteweyî werdigire."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hem ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a mêtinger, hem jî ji bo raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê, gelê Kurdistanê yê li Ewropayê tevî dostên xwe du roj in li hemû welatan çalakiyan dike û hate gotin, "Ji bo teşhîrkirina vî sûcê li dijî mirovahiyê yê mêtingeriya Tirk a barbar û banga li hêzên cîhanî ku ji bo erka xwe bi cih bînin, divê berxwedan hîn bêhtir bê xurtirin û dawiya hefteyê ev berxwedan bigihêje asta herî bilind. Ti cih divê xwe sist neke û nebêje ku me çalakiyên xwe kir û raweste. Gelê Kurdistanê û dostên wan ên enternasyonalîst, hêzên şoreşger û demokratîk divê berxwedana du rojan weke destpêkekê bibînin, çalakiyên hîn mezin û encamgir bikin û dawiya hefteyê bigihînin asta herî bilind."