KCDK-E: Di 23’ê Nîsanê de em ê dakevin qadan

KCDK-E‘yê ragihand ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker wê di 23’ê Nîsanê de li welatên Ewropa, Kanada û Awûstralyayê dakevin qadan.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna girseyî li çalakiyên 23'ê Nîsanê kir û got: "Bêdengbûn û temaşekirin tenê xizmeta polîtîkayên dagirkirin û komkujiyên dijmin dike.“

Daxuyaniya KCDK-E wiha ye:

“Êrîşên berfireh a dewleta Tirk a dagirker, piştî serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê ket dewrê û di 17’ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, ev êrîşên dagirkirinê hemû destkeftiyên Kurdistanê hedef digire.

ÊRÎŞ HEBÛNA GELÊ ME DIKE HEDEF

Li hemberî vê êrîşa ku hebûna gelê me dike hedef, bêdeng bûn, piştgirîkirina polîtîkayên dagirkerî, komkujî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker e. Bertek û daxuyaniyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, partî û rewşenbîrên cuda yên li hemberî vê êrîşê û xwedîderketina li nirxên neteweyî helwesteke ku divê her kes ji xwe re mînak bigire.

HEVKARIYA BI PDK’Ê RE

Ji aliyê me hemûyan ve jî bi zelalî tê zanîn û dîtin ku bi vê êrîş tê xwestin pêşî li têkoşîna azadiya Kurdistanê, destkeftî û pêşeroja tevahiya gelê Kurd bigire. Tevî ku dewleta Tirk a qirker bi hemû rêbazên qirêj êrîşî têkoşîna azadiya Kurd dike jî tu encamekê bi dest naxe. Pirsgirêkên aborî, leşkerî, civakî û dîplomatîk ên ku jiya, dewleta Tirk xiste nava krîzeke mezin. Ji bo ji vê krîzê derbas bibe û bi serketineke nû desthilatdariya xwe bidomîne, bêyî ku veşêre hevkariya xwe ya bi PDK’ê re didomîne.

DEWLETA QIRKER DIXWAZE XEWNÊN XWE PÊK BÎNE

Dewleta Tirk pêşî bi alîkariya DAIŞ’ê xwest xewna xwe ya Osmanîtiya nû li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bîne. Berxwedana mezin a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên barbar ev yek têk çû. Niha jî dixwaze vê xewna xwe bi hevkariya PDK’ê pêk bîne.

ARMANCA DEWLETA TIRK A DAGIRKER QIRKIRINA KURDAN E

Dewleta Tirk a dagirker a ku armanca wê qirkirina çarenûs, ax, pêşeroj û hemû destkeftiyên gelê Kurd ê ji 50 mîlyonî zêdetir e. Em dikarin bi mezinkirina berxwedana xwe li her derê li dijî êrîşan rawestin û van êrîşan têk bibin.

LI HEMBERÎ ÊRÎŞ Û XIYANETÊ BI RUHÊ YEKITIYA NETEWEYÎ EM BIBIN YEK

Divê gelê me pêvajoya pir krîtîk ku em tê re derbas dibin rast fêm bike, xeleka qirkirin û îxanetê bibîne û li dijî wê seferber bibe. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo pûçkirina êrîşan bi ruhê yekîtiya neteweyî re bibin yek. Yekane hedefa dewleta Tirk a ku dîroka wê bi qirkirinê hatiye nivîsandin êş û komkujî ye.

HEVÎRÊ DEWLETA TIRK LI SER ÎNKAR Û ÎMHAYÊ HATIYE AVAKIRIN

Dijminê ku dayik qetil kirin, Kurd di zindanan de qetil kirin, zarokên me di jêrzemînan de bi saxî şewitandin, her cure mêtingeriyê pêk anî û bi çeteyên hov ên DAIŞ'ê re Efrîn dagir kir, em baş nas dikin. Dewleta Tirk di her serdemên dîrokê de ji bo tasfiyekirina têkoşîna gelê Kurd hevkar bikar anîne û piştî ku bigihêje armanca xwe jî tasfiye kiriye. Dijminatî û nefreta Kurdan di hevîrtirşkê vê dewleta ku li ser înkar û îmhayê hatiye ava kirin de, di asteke wisa de ye ku tehemûla tu Kurdekî xiyanetkar jî tune ye.

EM Ê HER CIHÊ BIKIN QADA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ

Yekane çareserî berxwedan û mezinkirina têkoşînê ye. Li dijî dewleta Tirk a qirker bi ruhê yekitiya neteweyî, parastina rûmet û xaka xwe, yekane rêya garantiya pêşeroja Kurdistanê ye. Em dikarin van êrîşan li her cihê ku em lê ne bi têkoşîn û berxwedana xwe têk bibin.

Weke KCDK-E divê rewşenbîr, hunermend, sazî û partî di serî de gelê me bi ruhê yekîtiya netewî li dijî dewleta Tirk a qirker, erka xwe ya welatparêziyê pêk bînin. Bêdengbûn û temaşekirin tenê xizmeta polîtîkayên dagirkerî û qetlîamê yên dijmin dike. Divê li her cihê ku em lê ne em bikin qada têkoşîn û berxwedanê.

Em weke KCDK-E’yê bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiyên 23’ê Nîsanê yên li hemû welatên Ewropa, Kanada û Awûstralyayê bên lidarxistin bibin.”