KCDK-E: Di 11'ê Hezîranê de em seferber bibin

KCDK-E'yê bang li gelan kir ku li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk di 11'ê Hezîranê de çalakiyan bikin û banga 'seferberiyê' kir.

Hevserokên KCDK-E'yê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk li pey dagirkerî û qirkeriyê ye û işaret bi bikaranîna çekên kîmyewî hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk bi binpêkirina her cûre pîvanan bi wesayitên bêmirov bombeyan li kampa penaberan a Mexmûrê dibarîne ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Gefa qirkirinê li xaka kevnar a civaka Êzidî Şengalê dixwe."

Di daxuyaniyê de bang li gelên Ewropayê hate kirin û hate gotin, "Çawa ku ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava di pêvajoya Kobanê de Kurdên li Ewropayê tevî bi milyonan Ewropiyan daketin qadan, niha jî bi ruhê Kobanê em xwedî li Rojava û şervanên azadiyê yên Kurd derkevin."

'EM BI XURTÎ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

KCDK-E'yê got, "Dewlet û saziyên Ewropayê bêdeng in. Ev bêdengî tê wateya hevpariya bi sûc re" û ji bo çalakiyên 11'ê Hezîranê yên bi pêşengiya Defend Kurdistan/Defend Revolûtîon bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "11'ê Hezîranê di asta cîhanî de em li her derê dengê xwe bilind bikin; Kurdistanê, Rojava û gerîla bi hev re biparêzin. Her wiha 25'ê Hezîranê wê bi dirûşma 'Li dijî dagirkerî û kîmyasalê Kurdistanê biparêze' li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê wê meşa navendî bê lidarxistin. Bi deh hezaran kesî em ji bo vê meş û mîtîngê seferber bibin."