KCÊE'yê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir

KCÊE'yê bi daxuyaniyekê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û biryardariya ji bo parastina destketiyan destnîşan kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) bi wesîleya salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rizgarkirina Şengalê di roja 13.'ê Mijdara 2015'an de dîrokek hate nivîsandin. Li ser rûyê erdê, li pêşberî cîhanê hovîtiya ku terora DAÎŞ'ê bi ser civaka me ve anîbû, ji tundî, talanî û fermanên ku mirovahiyê heta niha dîtibû, girantir bû. Mirovan qet bawer nedikir, ku ev ax, ev gel, ji zilma DAÎŞ'ê di nêz de were rizgarkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Jiyanek nû, dîrokek nû, bi rûpelên spî, bi hêviyên mezin û îradeyek mînakdar ji bo gelê Şengalê, tevahî Êzidiyên seranserî welatan belav bûne, bi tîpên zêrîn dihatin nivîsandin. Ji bo rizgarkirina axa Şengalê, Pîrozgehên bi hezarê salan wek Ziyaret bi xwîna şervanên leheng hate rizgarkirin. Cangoriyên ji bo rizgarkirina Şengalê û azadiya miletê Êzdayî canê xwe feda kirin, wê tu car neyên ji bîr kirin. Li ber bîranînên cangoriyan bi minetdarî bejna xwe ditewînin. Her şervanek û şêrejinek ku di wan kêliyên herî zehmet û dijwar de li gel civakê bûn û seferber bûn, her yek ji bo me wek çirayek meşa me ya azadiyê û xweseriyê ronî dike.

Bi destwerdana gerîlayên azadiya Kurdistanê YJA- Star, YPG û YPJ, rê li ber qetlîamek mezintir hate girtin. Bi vekirina rêya korîdora mirovî bi hezaran Êzidî ji mirinê filitîn û derbasî cihên ewle hatin kirin, hejmarek bilind jî li Rojava hatin bicihkirin. Êzidiyên mayî jî bi çekên bi dest şerê xwe kirin û teslimî dijmin nebûn. Yên berxwedan qet li ser xwe qebûl nekirin vê hovîtiyê wek qeder bibînin. Êdî gelê Şengalê baş fahmkiribûn ku dagirkirina axa Şengalê bi hevkariyek mezin ya dewleta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê û hêzên desthilatdar hatibû plansazkirin.

Di wê qeyrana ku DAÎŞ'ê li aliyekî Şengal bi erdê re dikir yek, hildiweşand, li milê din bi pêşengiya Şervanên Tevgera Azadiyê û Ciwanên Êzidî li ber xwe didan, gel diparastin. Fedayiyên Tevgera Azadiyê û  hêza Şervanên Êzidî soza tolhilandinê li kolanên Şengalê belav kiribûn.

Vê carê Fermana li hember Êzidiyan li Şengalê bi navê DAÎŞ'ê hatibû kirin. Ev Fermana ku 3'ê Tebaxa 2014'an li pêş çavên hemû cîhanê bi hovîtiyeke mezin hat kirin, ji Fermanên berê ne cuda bûn. Heman zihniyet, heman hêz û heman armanc bû. 

Bi tenê xwestin di bin planeke din de pêk bînin. DAÎŞ bi tenê hêza faşîzmê ya veşartî ye. Li hember fermana qirkirinê, bi sedan Keç û Xortan bi qehremanî li ber xwe dan û bûn cangorî. Destanê berxwedanê hatin nivîsandin. Tirêjên rojê li ser Şengalê kom bûn. Têkoşîna li hemberî faşîzma desthilatdarên li Kurdistanê bi 50 salên dawî, tecrûbên xwe yên mezin hebû, qonaxa nû birexistinkirina Civaka Êzidiyan bû û hesabpirsîna herî dîrokî ji desthilatdaran bû.

Bi taybetî rihê Jina Êzidî ku di kurahiya dîrokê de hatibû fetisandin jinûve li Şengalê hate zindîkirin. Jin û Dayikên Şengalê li hember hovîtiya DAÎŞ'ê û hêzên pişt de veşartî, weke dagirker, xwefiroş û xiyanetkaran li ber xwe dan, weke şêrên birîndar bi hest û hêrsa xwe, bi hêza ku ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê girtin, bi rihê xwebûnê bûn pêşengên civakê. Ciwan û Dayikên Şengalê xwe ji axa welatê xwe jinûve afirandin. Jin û Dayikan bi dest û dilê xwe, bi kevir û tilîliyan şerê parastinê kirin. Di heman wextî de ev parastin ne tenê ji bo Jinên Şengalê bû, di heman demê de ji bo hemû Civaka Êzidî bû. Ji bo hemû mirovahiyê bû. Rizgarkirina Şengalê hêsan pêk nehatiye, berxwedanek bêhempa û bedelên gelekî giranbuha hatine dayin.

Lewma jî li ser xaka pîroz destanên pakrewanî hatin nivîsandin. Di rastiyê de, di nava 7 salên dawî de li Şengalê û di nava gel de serketinên pir mezin hatin avakirin. Civakê bi mekanizmên nû, ji bo xwe birêve bibe, parastina xwe bike, xwe rêxistin kirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) erka herî dîrokî girtibû ser xwe. Ji aqilê dijmin û hevkarên wan re ev biryara Êzidiyan, pir pir dûr bû.

Ji bo vê jî planên ji bo qirkirin û tunekirina Êzidiyan bi dawî nebûne û her berdewamin. Peymana 9. Cotmeha 2020 berdewamiya vê plana qirêj e. 

Çawa ku gelê me li Şengalê li ber xwe didin, Jin û Dayik pêşengiyê jê re dikin, wisa jî îro bûne parastvanê rûmet û hebûna gelê xwe. Civaka Êzidî wê tu cara rê nede ku Fermanek nû xwe li ser axa pîroz dubare bike, ev ji bo Civaka Êzidî xeta sore. 

Bila dost û dijmin zanibin ku wê Êzidî tu caran serê xwe li hember dagirkeran, xiyanetkaran û xwefiroşan netewînin û gav ji nirxên xwe şûnde navêjin. 

Wê Êzidî ji bo nirxên xwe, axa xwe û rûmeta xwe, ji bo çand, nasname, azadî û xweseriya xwe bi israr li ber xwe bidin. Tu hêz nikarê koledariyê ser gelê me ferz bike, îro zemînê Modernîteya Neteweya Demokratîk berhem dide, jiyanek azad û demokratîk li Rojhilata Navîn di serî de, li tevahî cîhanê pêkane.

Ruxmî êrîşên rojanê yên dewleta Tirk ya qirker û dagirker, bi hevkariya hêzên herêmî, hewl tê dayin jiyana gelê me li ser axa Şengalê tengav bikin. Gel bê hêvî bikin û neçar bikin, axa xwe terk bikin. Êzidî dixwazin weke civakek hemdem û pêşketî bi bîr û baweriya xwe di destpêkê de, bi hemû bîr û baweriyên gelên din, bi hemû çand û nasnameyên cuda re, bi cîranên xwe re di nav hevsengî û pirengî de, di nav jiyanek wekhev, di nav azadiyê de bijîn."