KCÊ-E'yê têkildarî lîstikên li ser Êzidiyên Bakur hişyarî da

"Xiyaneta herî mezin e ku felsefeya rizgariya şexsî û 'rizgarker' li nava civakê bê belavkirin. Rizgariya bêyî civakê nepêkan e, her wiha ti hêza ku xwe naspêre gelê xwe, xizmetê ji gel re nake û bi ser nakeve."

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyekê ragihand, ku dewleta Tirk li ser Êzidiyên li Bakurê Kurdistanê  dek û dolabên nû digerîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema dawî li ser civaka Êzidî hin lîstikên veşartî hinek jî bi eşkere têne lîstin. Li hemberî xelkê me ku piştî qirkirinê ji aliyê rêxistinî û fikrî ve veguherîneke mezin a civakî pêk anî, her wiha li hemberî modela rêxistiniyê ya xwe dispêre hêza xwe û azadiyê, hin kesên noker û teslîmkar hatine afirandin."

KCÊ-E'yê diyar kir ku li dijî paradîgmaya siyasî û rêxistina civakî ya xelkê wan, kesayetên bi vî rengî didin pêş û hewl didin ku feraseta takekesî serwer bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hin kesên ku nediyar e bê kî ne, armanca xwe çi ne û rêbaz û stratejiya xwe bi nakokiyan dagirtî ne, weke mirovên rewa têne pêşkêşkirin, ku ev yek ti carî nayê qebûlkirin. Xiyaneta herî mezin e, ku felsefeya rizgariya şexsî û 'rizgarker' li nava civakê bê belavkirin. Rizgariya bêyî civakê nepêkan e, her wiha ti hêza ku xwe naspêre gelê xwe, xizmetê ji gel re nake û bi ser nakeve."

KCÊ-E'yê diyar kir, ku ti hewldana ku xweseriya heyî, xweparastin û rêxistiniya civakî ji xwe re nake esas, nas nake û jê re nabe piştevan, xizmetê ji civaka Êzidî re nake.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî hin nokeran ku vî karî dikin, hin kes jî bi xefletî, bi nezantî tevdigerin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê guh nede van hewldanan, kesên ku bi xefletî tevdigerin jî ji vê şaşitiyê vegerin. Rêya me feslefeya têkoşîna ji bo jiyana azad û bi rûmet a Êzidîxana Xweser a Mam Zekî ye. Em bang li her kesî dikin ku di vê çarçoveyê de ji bo rêxistinî û azadiya civakî bi biryar û hevgirtî tevbigerin."