KCÊ-E: Xweparastina Şengalê bersiva fermanan e

KCÊ-E’yê bi boneya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek nivîskî da û anî ziman ku xweparastina û statuya Şengalê bersiva herî baş li dijî fermanan e.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi boneya 8’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyek nivîskî da. KCÊ-E’yê qurbaniyên fermanê bi bîr anî û got: “Rehma Xwedê û Melekê Tawis li hemû cangoriyan be û cihê wan bihuşt be.“

Daxuyaniya KCÊ-E’yê wiha ye:

“Beriya 8 salan çeteyên hov ên DAÎŞ’ê, bi armanca rakirina navê Êzidiyan, bawerî û stargeha Êzidiyan êrîşî civaka me kirin. Di encama vê êrîşê de, bi hezaran Êzidî bi hovîtî hatin qetilkirin, bi hezaran Êzidî hatin revandin, bi sed hezaran jî ji cih û warê xwe bûn û li cîhanê belav bûn. Hêj jî piraniya wan di nav şert û mercên herî zehmet de dijîn û venegeriyane Şengalê. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li hemberî civaka Êzidî hemû kiryarên hovane û dermirovî hatin kirin. Şengal û civaka Êzidî ji faşîzm û hovitiya DAÎŞ’ê ra bû qada ceribandina hemû cureyên dirinde yên êşkence û kuştinê.

Ev 8 sal in êrîş û zext li hemberî civaka Êzdî û Şengalê ranewestiyane. Ferman bi gelek awayan li hemberê Şengalê û civakê tê meşandin. Li aliyekî êrîşên tunekirinê yên serçeteyê DAÎŞ’ê Erdogan û rejîma wî, li aliyê din jî siyaseta qirêj û êrîşên PDK’ê û hikûmeta Iraqê.

Ligel van hemû astengî û êrîşan jî civaka Êzidî, daxwaza vegera Şengalê dike û ji nû ve avakirinê re bi israr e. Berxwedana civaka Êzidî ya li dijî ferman û qirkirinê, di her warê jiyanê de bû bersiva xwebirêxistinkirin, xweparastin û xwebirêvebirinê. Li ser vî esasî ev 8 sal in têkoşîn û berxwedan tê meşandin û gelek berdêlên giran hatine dayîn.

Kesayet û pêşengên wek Mam Zekî, Nazê Nayîf Qawal, Nûjiyan Erhan, Mam Beşîr, Fermandar Zerdeşt, Seîd Hesen Seîd, Merwan Bedel û bi dehan kesên din ji bo axa pîroz a Şengalê, Xweserî û girtina ber li fermanan bûn cangorî û jiyana xwe ji dest dan.

Bi xwîn û keda van pêşeng, leheng û cangoriyan; sazî, rêxistin, navend û avahiyên demokratîk ên civakê hatin avakirin. Ev deskeftiyên ku hatin avakirin û damezirandin, rojane dibin armanca êrîşên hewayî û balafirên dewleta Tirk a dagirker û qirker û tên bombekirin.

Mixabin heya niha li hemberî van êrîşan û fermana 3’yê Tebaxa 2014‘an civaka navneteweyî û dewleta Iraqê bi berpirsyariya xwe ranebûye. Ji bo ku êrîş li hemberî civaka Êzdî û Şengalê bên sekinandin, nebûne xwedî helwest. Her wiha ji bona ku mafê Êzidiyan ê parastin û statu di destûra bingehîn a Iraqê de bên misogerkirin van hêzan tu kar û xebat nekirine û piştgiriya ji bo daxwazên herî rewa û mirovî yên Êzidiyan, hêj jî nehatiye dayîn. Berevajî; ev hêz, li ber daxwazên Êzidiyan ên herî demokratîk, mirovî û rewa bûne asteng. Piştgiriya wan a ji bo Peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ku di çarçoveya daxwazên dewleta Tirk, di navbera Kazimî û PDK’ê de hatî îmzekirin, mînaka vê yekê ye. Di çarçoveya vê peymana ku bêyî îradeya civaka Êzidî û Şengaliyan ket rojevê û hat îmzekirin, her roj êrîşê cih û warê me dikin û mirovên me dikujin. Ev helwesta hêzên navneteweyî û Iraqê ya li hemberî Şengalê û civaka Êzidî, pir xeternak e û eger rê li ber vê siyasetê neyê girtin û ev helwesta hevalbendiyê û bêdengî bidomin, wê ev yek di demên pêş de, felaket û fermanên nû bi xwe ra bîne.

Bi rasthatina salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014an, ji bo carek a din qirkirin û ferman neyê serê civaka Êzidî û Şengalê, em ji hikûmeta Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên navneteweyî bi van daxwazan bangî van desthilatdaran dikin:

- Naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê

- Naskirina hêzên xweparastinê yên Şengalê

- Avakirina ji nû ve ya Şengalê û vekirina rê li ber vegera Şengaliyan a ji kampên Başûrê Kurdistanê.

- Naskirina wek komkujî ya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an

- Betalkirina Peymana 9’ê Cotmehê

- Bidawîkirina êrîşên li ser Şengalê û qedexekirina qada hewayî ji êrîş û balafirên dewleta Tirk a dagirker re

- Rizgarkirina hemû dîlên ku aqûbeta wan ne diyar e

Li ser vî esasî û bicihanîna van daxwazan, em bang li tevahiya civaka xwe, gelê Kurd, kes û derdorên demokratîk dikin ku di salvegera 8’emîn a Fermanê de, li her cihê Ewropayê derkevin qadan, cangorî û qurbaniyan bi bîr bînin.“