KCÊ-E'yê banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir

KCÊ-E, banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê ya 25’ê Hezîranê kir û got:"Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, îro li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan qirkirinê pêktîne. Êdî dem dema têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê li her qadê ye."

Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê (KCÊ-E) bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li dijî hemû Kurdan êrîşên qirkirinê pêktîne. Divê hemû gelê Kurd û bi taybetî jî civaka Êzidî li dijî van êrîşan berê xwe bidin meşa li Dusseldorfê.“

Daxuyaniya KCÊ-E, wiha ye:

“Em weke Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê, bi navê hemû sazî û pêkhateyên xwe bang li tevahî Kurdistanî û civaka Êzidî dikin ku li dijî êrîşan tev li meşa Dusseldorfê bibin.

POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkarên xwe PDK’ê re hemû deskeftiyên Kurdan ji xwe re kiriye armanc. Dagirker îro li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan qirkirinê pêktîne. Dewleta Tirk a dagirker hemû hiqûq û nirxên mirovahiyê binpê dike û êrîşî Kurdan dike. Li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bikartîne, li Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê sivîlan qetil dike. Li axa pîroz Şengalê zarokên 12 salî bi bombeyan qetil dike.

BÊDENGÎ HEVKARI YE

Li gel êrîşên qirkirinê jî dixwaze demografiya Kurdistanê biguherîne. Bi taybet li herêmên dagirkirî yên Rojava biyaniyan bi cih dike. Divê li her cihê ku Kurd hene, li dijî êrîşên hovane yên kujer Erdogan bêdeng nemînin. Bêdengî hevkari ye.

DEM DEMA TÊKOŞÎNÊ YE

Bi vê boneyê em bang li tevahiya civaka xwe û Kurdistaniyan dikin ku di roja 25.06.2022’an de berê xwe bidin bajarê Dusseldorfê û tev li meşa mezin bibin. Dem dema têkoşîna li dijî dewleta Tirk a qirker û hevkarên wê li her qadê ye.“