Kavak: Çi ji dest kê tê divê bike

Siyasetmedar Bedrettîn Kavak ku serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê kir got, ''Çi ji dest kê tê dive bike'' û banga seferbûnê li gel kir.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a li Strasboûrgê ya Fransayê ev 136 roj in didome.

Siyasetmedarê Kurd Bedettîn Kavak dema serdana li çalakiyan axivî, got di serî de Leyla Guven û Nasir Yagiz, rewşa gelek çalakgerên greva birçîbûnê hatiye ber sînorê talokeyê.

Kavak diyar kir serdan zorê li çalakgeran dikin, got berê li girtîgehê jî ketiye greva birçîbûnê, çalakgerên ku berxwedaniyeke mezin nîşan didin bi vîneke qeyîm in.

ÇALAKGERAN REWŞA KRÎTÎK LI PEY XWE HIŞTIN

Kavak li ser rojiya mirinê ku duh dest pê kirî got rewşa berxwedêrên ku ev 137 roj in di greva birçîbûnê de ne û rewşa berxwedêrên dî jî ji qonaxa krîtîk bihuriye. Kavak nexasim rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz destnîşan kir, ku Guven ev 175 û Yagiz ev 162 roj in di greva birçîbûnê de ye.

'ÇI JI DEST KÊ TÊ DIVÊ BIKE'

Kavak got, ''Her gav dibe ku em hevaline xwe ji dest bidin. Ji bo vê jî divê em xwedî li berxwedanê derkevin û pêşî li mirinê bigirin'' û banga seferbûnê li gel kir.

Kavak got, ''çi ji dest kê te divê bike'' û diyar kir hem bi xebatên dîplomasiyê û hem jî bi xebatên nav gel divê piştevanî ji bo berxwedanê were kirin.

Kavak 24 salan di girtîgehê de maye, salên 1980'î di rojiya mirinê de maye. Kavak herî dawî 2015'an li Elmanya bi rengekî nehiqûqî hate girtin û 3 salan li girtîgehê ma.