Katsîafîcas: Divê Erdogan ji ber sûcên şer bê darizandin û girtin

Dîroknasê Yewnan û teorîsyenê civakî George Katsîafîcas diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Katsîafîcas OPCW jî rexne kir ku siyaseta hêzê dimeşîne.

Katsîafîcas ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku divê Erdogan ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin û dema sûcdar hate dîtin, bê girtin.

Katsîafîcas diyar kir, dema ku li Laheyê dozek hate destpêkirin, wê bike ku Erdogan ji niha û pê ve di gavên xwe de du caran bifikire û destnîşan kir ku bi karanîna çekên kîmyewî lawaziya Tirkiyeyê radixe pêş çavan.

REXNEYA LI OPCW'Ê

Katsîafîcas rexne li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir ku delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve qebûl nake û ev rêxistin sûcdar kir ku siyaseta hêza mezin dimeşîne.

Katsîafîcas diyar kir ku OPCW tenê baweriya xwe bi delîlên saziyên navneteweyî û dewletan tîne, ev yek 'saftî' ye û got, "Gelo kes matmayî dimîne, ji ber ku OPCW wezîfeya xwe bi cih nîne?"

PÊWÎSTÎ BI KAMPANYAYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE

Katsîafîcas got, "Medya navneteweyî şerê ku Tirkiye dimeşîne zêde nabîne. Siyasetmedarên Rojavayî ku di heman dema dîrokê de ji bo Ûkraynayê ji bo çekên pêşketî bi dehan milyar dolar û Euro didin, di mijara Kurdistanê de xwe kerr, lal û kor dikin." Katsîafîcas destnîşan kir ku ji ber vê yekê li qada navneteweyî pêwîstî bi kampanyayekê heye.

GIRÎNGIYA TEVNA PIŞTEVANIYÊ YA KURDAN

Katsîafîcas bi dewamî anî ziman ku tevgera Kurd tevî Zapatîstayan yek ji wan hêzên navneteweyî ku di mijara pêşverûtiyê de li pêş e.

Katsîafîcas bi bîr xist ku rejîma Saddam Huseyîn li Helebçeyê di sala 1988'an de zêdeyî 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qetil kir, lê belê civaka navneteweyî di sala 2006'an de kete nava liv û tevgerê û got, "Sala 2013'an dema ku hate îdîakirin ku hêzên hikumeta Şamê li hemberî xelkê Gûta ya Rojhilat çeka kîmyewî bi kar aniye, hêzên navneteweyî nerazîbûn nîşan da. Lê belê dema mijar dibe êrişa dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî ya li ser Kurdan, hêzên navneteweyî berê xwe didin aliyekî cuda. Kurdan fêhm kirin ku ji bo piştgiriyê êdî nikare ji hêzeke derve bawer bikin. Lewma jî divê li nava civaka xwe tevna piştevaniyê xurt bikin."

DIVÊ ZEXT LI OPCW'Ê BÊ KIRIN

Katsîafîcas bal kişand ser çalakiyên ku rêxistinên Kurd ên li Belçîka û Hollandayê dixwazin li pêşiya avahiya OPCW a li Laheyê pêk bînin û got, "Ji bo ji aliyê hiqûqî ve gavek bê avêtin divê zexta li ser OPCW'ê dewam bike. Heta ku delîlan qebûl bike çalakiyên li qadan divê ji aliyê komên piştevan ve bêne lidarxistin. Çalakiyên li ser Ewropayê û li parzemînan dikare daxwaza serketinê û rewşa berxwedana Kurdan dramatîze bike."

ERDOGAN LI TÊKÇÛNÊ MEHKÛM E

Katsîafîcas di mijara gefên dewleta Tirk û Erdogan ên li ser Rojava de jî got, Erdogan dixwaze herêmên Kurd ên azad bi temamî bêne tunekirin. Katsîafîcas destnîşan kir ku tevî van hemûyan jî Erdogan li têkçûnê mehkûm e û dikare weke sûcdarekî şer bê girtin.

Katsîafîcas herî dawî got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin."