Katedrala Notre Dame wê bê restorekirin

Katedrala Notre Damê ku şewitî, piştî du salan wê bê restorekirin. Tê payin ku restorasyon beriya Olîmpiyadên Parîsê yên sala 2024'an biqede.

Di ser şewata katedrala 857 salî re 2 sal derbas bûn ku weke sembola Dêra Katolîk a li Fransayê tê dîtin. Lê belê heta niha karê sererastkirinê nehate destpêkirin.

Rayedarê hikumeta Fransayê ku karên jinûve avakirinê kontrol dike, doh daxuyaniyek da û diyar kir ku karên ewlekirinê temam bûne ku ji bo jinûve restorekirina avahiyê pêwîstî pê heye.

Hate ragihandin ku wê bi şîrketên ji bo karê restorasyonê pêşniyara îhaleyê dane wê dest bi danûstandinan bikin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron plan dike ku sala 2024'an dema destpêkirina Olîmpiyadên Parîsê Katedralê ji serlêdêran re veke.

Ji bo asta ewlekirinê ya restorasyonê budçeyek ji 165 milyon Euroyî hatibû veqetandin.