Katalanan desteka dane greva li Belçîkayê, li Kolnê grev kete roja 5'an

Siyasetmedarên Katalan desteka dane greva birçîbûnê ya li Anversê ya Belçîkayê ya ji bo Ocalan, li Kolnê ya Elmanyayê greva birçîbûnê kete roja 5'an.

Komeke Katalan ku ji li Anversê xebatên dîplomatîk dikirin seriyek dane greva birçîbûnê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Şandeya Katalan diyar kir ku ew li cem gelê Kurd in, greva birçîbûnê slav kirin. Greva birçîbûnê ya li Belçîkayê kete roja çaran.

Greva birçîbûnê ya li Kolnê jî kete roja 5'an. Di çalakiyê de konê grevê hate danîn û danezan hatin belavkirin. Namaya keça Leyla Guven jî bi Elmanî hate xwendin.

Piştî nîvro parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, stranbêj Şemdîn, Seyîdxan, Denîz  Deman û Kawa serdana çalakiyê kirin.

HABEŞ: DIVÊ HURMETÊ JI OCALAN RE BIGIRIN

Yek ji çalakgerê grava birçîbûnê Walif Habeş ê Efrîmnî got 1983'an li ser Mazlûm Dogan nivîsek xwendiye û wiha PKK nas kiriye û got, ji wê demê ve ew di nav tevgera azadiyê de ye.

Habeş diyar kir hevjîna wî jî û zarokên wî jî têkoşînê nas bikin û navê kurekî wî Ocalan e.

Habeş got: ''Em agahiyên ji Serok nastînin. Ji me dipirsin, ''çima Ocalan''?. Serok rêxistiniya gelê xwe kir. Ev gel êdî ji bo xwe dixebite. Xizmetê ji mêtingeran re nake. Serok gel rakir ser piyan. Divê weke Mandela hurmet jê re were girtin. Em jî dixwazin weke gelan bijîn. Nifûsa Kuweytê 700 hezar e lê dewlet e. Ê me, nasnameya jî tine. Serok em hişyar kirin. Jê re terorîst dibêjin. Em ê ji bo şehîdên xwe, ji bo Serokê xwe û Leyla Guven em ê çalakiyên xwe bidomînin''