Kasim Engîn li Stûttgartê hate bîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê KasimEngîn (Îsmaîl Nazlikul) ê ku di êrîşa hewayî ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve 27’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêkaniyî de şehîd bûyî, bi çalakiyekê li bajarê Stûttgarta Elmanyayê hate bîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn li Stûttgarta Elmanyayê hate bîranîn. Bîranîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê û bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ dest pê kir.Di bibîranînê de siyasetmedarê Kurd Îmam Canpolat axivî û got, “Di kesayeta fermandarê mezin Kasim Engîn, Zîlan, Mam Zekî, Mahîr Atakan û her sê hevalên jinên li Kobanê şehîd ketîn de, hemû hevalên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînim. Rêbertiya me ji bo vê tevgerê gotiye ‘Partiya Şehîdan’. Ev şehîd bi ronîkirina rêka me rêya serkeftinê diyar dikin.”

Di peyama TKP-ML’ê de ya ku ji bo bîranînê hatî şandin re ev anîn ziman: “Di kesayeta Kasim Engîn de deh hezar Şehîdên PKK’ê û şehîdê TÎKKO yê rêheval Hasan Atar û şehîdê MLKP’ê heval Sînan Guneş bi vê wesîlê silav dikîn û soza bilindbûna şerê wan didîn.”

Di bîranê de ji bo Kasim Engîn û Zeynep Kinaci (Zîlan) cuda cuda sînevîzyon hate pêşkêşkirin. Bîranîn bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.