Karayilan: Xwe ji hilbijartina pêşwext re amade dikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirina leşkerî di çarçoveya konseptekê de tên kirin û got, "Bi şerê dijî Kurdan re dixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî weşana radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên Arjîn Ferat.

Karayilan diyar kir, desteserkirina şaredariyan êrîşeke plankirî ya rejîma AKP-MHP-Ergenekon a li dijî îradeya gel e û got, "Xuya ye bi taybetî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hilbijartine. Ev yek ne tenê binpêkirina exlaq, hiqûq û demokrasiyê ye. Di heman demê de binpêkirina şeref, rûmet û îradeya gelê Kurd e. Êrîşeke cidî ye, nîşan dide ku pêla êrîşê û şer a li dijî gelê me tê kirin wê hîn bêperwa bibe."

KESÊN HERÎ MAQÛL ÊN SIYASETA KURD IN

Karayilan destnîşan kir, êrîş di şexsê HDP'ê de li dijî tevahiya Kurdan e û got, "Ji xwe her sê hevşaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin di nava gelê Kurd de naskirî ne û her kesî temsîl dikin. Di nava Kurdan û siyaseta Kurd de kesên herî maqûl in. Lewma di şexsê hevşaredaran de êrîş li tevahiya civakê hatiye kirin. Êrîş li hebûn û heqîqeta gelê Kurd hatiye kirin."

AQÛBETA XWE DIBÎNE

Karayilan ragihand, desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ya faşîst hem li hundir, hem li derve, di mijarên aborî, siyasî, civakî de di nava krîzê de û got, "Herî dawî ketin nava Sûriyeyê. Li Xan Şêxûnê bi destûra Rûsyayê dewleta Sûriyeyê li leşkerên wan da û me bihîst ku li wê deverê ji wan hatiye kuştin. Vê yekê ji civakê re eşkere nakin, mîna ku hinekî sivîl mirine nîşan didin. Li wir jî xitimîne. Bi Rûsyayê piştrast bû, lê Rûsyayê derseke bi vî rengî da wan. Xwest bikeve nava Rojava, lê li wir jî xitimî. Dibîne ku rojên tarî li pêş wan e û ber bi têkçûnê ve diçin."

JI BO NIXUMANDINA PIRSGIRÊKAN

Karayilan got, "Ji bo nixumandina vê krîzê, şerê li dijî Kurdan piştî hilbijartinê nû kirin. Nixumandina hemû pirsgirêkan û mayindekirina rejîma faşîst bi tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve girê dane. Ji bo vê jî dixwaze civakê bîne hemberî hev, di nava civakê de hesasiyetan biafirîne, pêla şovenîzmê geş bike. Bi kuştina gelê Kurd, bi kuştina ciwanên Tirk li çiyayên Kurdistanê dixwaze vê bike."

BI KONSEPTA NÛ YA ÊRÎŞÊ RE DIXWAZE HILBIJARTINA PÊŞWEXT BIKE

Karayilan destnîşan kir ku bi ihtimaleke mezin dixwazin di sala 2020'î de hilbijartineke pêşwext pêk bînin û got, "Bi vê atmosfer û rojevê hewl didin her kesî mijûl bike û bi vî rengî bi pêş ve biçin. Binerin ne tenê sê şaredariyên bajarên mezin ên Kurdistanê desteser kirin. Di heman şevê de yanî di şeva 19'ê Tebaxê de li 29 bajaran operasyonên qirkirina siyasî kirin û nêzî 500 kes destgîr kirin. Her wiha heman şevê li dijî gerîla li sê bajaran (Colemêrg, Wan û Şirnex) operasyoneke ku bi 'Kiran' pênase dikirin dan destpêkirin. Sê planên cuda yên ji bo qirkirinê li sê qadên cuda kirin û di heman şevê de xistin meriyetê. Ev yek konsepteke, planeke. Di vê çarçoveyê de bi şerê dijî gelê Kurd re dixwazin hilbijartinên pêşwext pêk bînin. Bi dîtina min armanca wan ji vê yekê ew e ku hîn bêhtir xwînê bidin rijandin, civakê bînin hemberî hev, piştre jî xwe mîna rizgarkerên Tirkiyeyê nîşan bidin, hilbijartineke pêşwext pêk bînin û bi vî rengî li desthilatdariyê bimînin, rejîma xwe mayinde bikin."

Karayilan destnîşan kir ku ev konsep di heman demê de li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye û diyar kir, eger ev yek neyê astengkirin, sibe wê şaredariyên Stenbolê û deverên din jî bên desteserkirin.

BI VÎ RENGÎ BERSIV DAN RÊBER APO

Karayilan hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr xist û got, "Rêber Apo bibîrxistin û hişyariyên dîrokî kir û anî ziman ku ew ji çareseriyê re amade ye. Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên Kurd, desteserkirina şaredariyan û operasyonên leşkerî yên ji bo tinekirina gerîla ku di çarçoveya konseptekê de pêk hatin, bersiveke li banga Rêber Apo. Divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Wan şer tercîh kirin."

DIVÊ GELÊ ME LI ÎRADEYA XWE BIBE XWEDÎ

Karayilan diyar kir, têkoşîna demokrasî û azadiyê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ketiye serdemeke nû û got, "Di vê serdema nû de têkoşîna gerîla wê her hebe, lê belê ya ku divê derkeve pêş tevger û serhildanên gel e. Gelê me eger xwe di vê demê de bi rêxistin bike û li îradeya xwe bibe xwedî wê rengê pêvajoyê bi temamî biguhere. Xwedîderketina li hevşaredarên xwe ku temsîla îradeyê ye wezîfeyeke însanî, exlaqî û welatparêziyê ye. Her Kurd divê bêje 'Ez li dijî desteserkirina îradeya min e, ez li dij im ku hevşaredarên min ji wezîfeyê dûr bixin û qeyûm tayîn bikin, li dijî desteserkirina mafê xwe me'. Daxwaza herî rewa ye ku mirov li dijî vê neheqiyê rawestin û li îradeya xwe bibin xwedî. Di vê mijarê de divê fedakarî bê kirin. Bêguman divê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li vê meseleyê bibin xwedî.

EV HEQARET DIVÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN

Gelê me divê bibe hêza pêşeng a vê têkoşînê; divê ev heqaret neyê qebûlkirin. Gelekî watedar e, ciwanê ku dijmin êrîşî wî kir got 'Bijî Kurdistan, bimire koledarî'. Dirûşmeke berê ye, lê belê ji ber ku xwedî wateyeke mezin e îro jî derbasdar e. Qîrîna vî ciwanê me li kolanên Amedê bangeke ji bo hemû ciwanên Kurd e." Karayilan destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd hemû bersivê bidin vê bangê.

BÊDENGÎ HEVKARIYA JI ZILMÊ RE YE

Karayilan got, "Di vê demê de du tişt girîng in; rêxistinî û çalakî. Bêdengiya di vê demê de bêwijdanî ne. Her Kurd, her kesên li Tirkiyeyê daxwaza demokrasiyê dikin, divê dengê xwe li dijî vê neheqiyê bilind bikin. Bêdengî hevkariya bi vê zilmê re ye. Hevkariya bi zilmê re sûc e. Lewma divê berxwedan hebe. Divê bi rengekî girseyî dakevin qadan, pêşengî ji rêxistiniya girseyî re bê kirin. Jin û ciwanên Kurd di vê dema dîrokî û girîng de divê bi rola pêşengiyê tevbigerin."

GOTINÊN BARZANÎ GIRÎNG IN

Karayilan gotinên Mesûd Barzanî yên li Belakatî bi bîr xist û got, "Em gotinên Kak Mesûd Barzanî girîng dibînin, hêja ne. Di demeke wiha de ku dijmin li pey lîstikane, dixwaze di navbera hêzên Kurdan de pirsgirêk û krîzan biafirîne, gotinên Birêz Kak Mesûd Barzanî girîng in. Em jî tevlî gotinên wî dibin û silav dikin. Em hêvî dikin ku ev gotin tenê bi gotinê nemîne, metirsiyên heyî asteng bikin û gavên pratîkî li gorî wê bên avêtin. Di vê çarçoveyê de bangên me û bangên Kak Mesûd tansiyona heyî kêm kir û divê gavên pratîkî jî bên avêtin ku gotinên tên gotin pêk werin. Niha di pratîkê de gavek nehatiye avêtin, lê em bi hêvî ne."