Karamûs: Cih û warê xwe neterikînin

Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ku ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê li herêmê ye, bal kişand ser metirsiya rewşê û banga "cih û warê xwe neterikînin" li Kurdistaniyan kir.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs çavdêriya heyeta KNK'ê ya ku çû ser sînorê Polonya-Belarusê, bûyerên bi serê koçberan ve hatine, nêzîkatiya rêveberên Kurdistana Federe ya reva ji berpirsyariyê ji ANF'ê re nirxand.

Hûn dikarin çavdêriyên xwe yên li ser bûyerên li ser sînorê Polonya-Belarusê diqewimin parve bikin?

Mixabin derfet nebû ku em karibin rasterast koçberan bibînin û bi wan re biaxivin. Polonyayê li ser sînor herêmeke tampon a bi dirêjahiya 150 kîlometreyî û kûrahiya 10 kîlometreyî ava kirine. Herêmeke sor e. Nêzî 15 hezar leşker û polîs lê bi cih kirine. Li ser sînor astengiyên fîzîkî jî hene mîna têlên hesinî. Derfet qet nebû ku em karibin koçberan bibînin. Hin saziyên biçûk hene ku dem bi dem bi rêbazên cuda alîkariyê digihînin wan. Lê belê ew alîkarî jî têra ji sedî 5 ê pêwîstiyên koçberan jî nake.

Li 'herêma tampon' a ku we qalê kirin, çend penaber têne hiştin; derfet nebû ku hûn bi Başûriyan re têkiliyê çêbikin?

Li gorî agahiyên li ber destê me hejmara wan ji 5 heta 6 hezar kesî ye. Li wê derê kar tê kirin. Em dixwazin wan bibînin. Qala 3-4 hezar Kurdên ji Başûrê Kurdistanê tê kirin. Piraniya wan jî ciwan, zarok û jin e. Sedema hatina wan eşkere ye. Ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî, ji ber polîtîkayên bêkarî û bêçaretiyê hatine. Ji rewşa Başûrê Kurdistanê razî nînin. Vê yekê jî tînin ziman. Me li dîmenê wan temaşe kir. Ji rewşa li Başûrê Kurdistanê aciz in. Ji ber vê yekê paşeroja xwe li Başûrê Kurdistanê nabînin. Lewma jiyana xwe dixin xeteriyê û dixwazin li devereke cuda bi cih bibin.

Gelo we karîbûn bi rayedarên polîs û leşkeran re hevdîtinê bikin, yên ku herêm dorpêç kirine?

Bêguman me hewl dan ku bi rayedarên polîs û leşkeran re hevdîtinê bikin. Ji me re gotin, 'Biryara hikumetê û dewletê ye. Em bi ti awayî rê nadin we ku hûn derbasî wê derê bibin yan jî wan bibînin'. Ji xwe hikumeta Polonyayê şandina alîkariyê jî qedexe kiriye. Hewldanên me dewam dikin ku hevdîtinê bi saziyên nêzî hikumetê re hevdîtinan bikin. KNK li Ewroayê jî hewl dide bi rayedarên Parlamenta Ewropayê û Komîseriya Karên Penaberan re hevdîtinê bike.

Di çapemeniyê de timî tê weşandin ku li herêmê ji ber birçîbûn û sermayê koçber jiyana xwe ji dest didin. Di vê der barê de rewş çi ye û hewldanên we çi ne?

Heyeteke me jî li Varşovayê ye. Bi saziyên mafên mirovan û alîkariyê re heta niha hevdîtin kiriye. Hin parlamenterên Polonyayî dîtin û em dixwazin li ser rewşa koçberan agahiyê werbigirin. Her wiha ji bo Heyva Sor û bi hin rêyên cuda alîkariyê bigihînin koçberan hewldanên me hene. Heta niha agahî ji me re hatiye ragihandin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî doh jineke ducanî ji ber serma û birçîbûnê nexweş ket. Saziyên alîkariyê ew bi zorê gihandin nexweşxaneyek li Polonyayê. Pitika di zikê wê de mir, jin jî di komayê de ye. Metirsî li ser jiyana wê heye. Rewş niha bi vî rengî ye.

Rola kê di vê rewşê de heye?

Her kes zane ku ev penaber di ser Tirkiye û Bexdayê re tên. Di vê mijarê de rola herî mezin di stuyê Belarus û Tirkiyeyê de ye. Dibe ku berjewendiyên wan ên hevpar hebin yan jî her yek ji wan xwedî berjewendiyên cuda bin. Lîderê Belarusê dixwaze zextê li ser Yekîtiya Ewropayê bike.

Erdogan û dewleta Tirk a faşîst dagirker jî bi vê rêyê hem dixwaze zextê li Yekîtiya Ewropayê bike hem jî Kurdan bê Kurd bihêle; mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir, demografiyê biguherîne. Li Başûrê Kurdistanê jî heman konsept tê meşandin. Dixwaze li şûna wan çeteyên dewleta Tirk mîna DAÎŞ, El Nûsra bi dehan komên tundrew li herêmê bi cih bikin.

Rayedarên Başûrê Kurdistanê ji bilî xwe her kesî sûcdar dikin, koçberan sûcdar dikin. Hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?

Em daxuyaniyên hin rayedarên Başûrê Kurdistanê dibihîzin. Koçberan sûcdar dikin. Ev cihê xemgîniyê ye. Bi ti awayî vê qebûl nakin. Divê em bi hev re xwe bigihînin koçberan û wan ji vê metirsiyê rizgar bikin. Daxuyaniyên rayedarên Başûrê Kurdistanê bi kêr nayên. Dûrî rastiyê ne. Koçberan sûcdar dikin. Yên ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo koçberiyê neçar hiştine radibin xwe sûcdar nabînin. Ev yek sûc û gunehê rayedarên Başûrê Kurdistanê ye. Dikin ku mirov koçber bibin.

Têkildarî koçberiyê û pêleke nû ya koçberiyê hûn bangeke çawa li gel dikin?

Em hêvîdar in ku wê kes mala xwe, gundê xwe, welatê xwe neterikîne. Bi navê KNK'ê em bang li ciwanên Kurd dikin ku pêşengiyê ji paşeroja civakê re bikin. Çareyê bi derketina derveyî welat nebînin. Li ser xaka xwe têbikoşin û kar bikin, bi vî rengî paşeroja xwe bi xwe ava bikin. Bila gelê me yê li Kurdistanê zanibe ku rîskeke gelekî mezin li ser jiyana wan heye. Me rewşa koçberan ji nêz ve dît. Rewşeke gelekî kaotîk e. Rîsk û metirsî hene. Nebin abûrek ji vê konsepta dijmin re. Em sedema we fêhm dikin, lê belê dijminê me vê rewşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne; dixwaze Kurdistanê vala bikin û demografiyê biguherînin.