Karagoz: Li dijî şer divê mirov vîna aştiyê deyne holê

Aktivîstê Defend Kurdistanê Mazlûm Karagoz jibo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî axivî û got, ''Li dijî şer dive mirov vîna aştiyê deyne holê.''

Aktivîstê Defend Kurdistanê Mazlûm Karagoz têkilî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî  axivî, bal kişande ser polîtîkaya îmha û înkarê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan, got, ji roja ku dewleta Tirk hatiye damezirandin û heta niha Kurdan tine dihesibîne, Kurdan ji bo xwe weke problemeke bûneweriyê dibîn û dewleta berdest a Tirk xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye.

Karagoz bi domdarî got: ''Demên ku şer pir giran in herî pir wan deman hewcehiya mirov bi aştiyê heye, van 5 salên dawî şerekî zehf giran heye û li bara vê li raya giştî ya Tirkiyê li dijî polîtîkayên şer çi helwestek nîne. Berevajî, destekê didin operasyonên dersînor. Li Tirkiyê eniyeke demokrasiyê nikare were avakirin. Li gel polîtîkayên taybet ên şer ên desthialtê her wiha derdorên ku ji xwe re dibêjin demokrat in jî ava nabe Li bara pirsa Kurdan tim nêzîkatiya bi ''lê''yê heye û ev jî tê maneya ku pirsa Kurd bi rengekî rast nayê xwendin. Naxwazin realîteya Kurdistanê bibînin. Heke rast bixwîin û li dijî van polîtîkayên faşîzan ên dewletê bloga demokrasiyê ava bibe ev şer wiha bi rehetî nikare were kirin. Li dijî şer divê mirov vîna aştiyê deyne holê.''