Kaptana ku penaber rizgar kir: Pêwîstiya min bi xelata we nîne

Kaptana Elman Pia Klemp ku ji ber rizgarkirina penaberan li Derya Spî li Îtalyayê tê darizandin, ji bo xelata Şaredariya Parîsê ya ku dixwest bidin wê got, "Pêwîstiya min bi xelatên we nîne" û red kir.

Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê rastgir ê Îtalyayê Matteo Salvînî meha Hezîranê li dijî kaptana Elman Pia Klemp doz hatibû vekirin. Dadgeriya Îtalyayê Klemp sûcdar dike, ku 'bi rêyên qaçax penaber gihandiye Îtalyayê û di vê yekê de alîkarî kiriye'.

Dadgeriya Îtalyayê dixwaze kaptana Elman bi 20 salan cezayê girtîgehê ceza bike. Konseya Şaredariya Parîsê jî xwest xelatekê bide Klemp. Lê belê Klemp a ku tê texmînkirin bi keştiya xwe 'Sea Watch' nêzî 5 hezar penaber rizgar kiriye, wergirtina 'Xelata Bajarê Parîsê' red kir ku xelat ji bo kesên li dinyayê ji bo mafên mirovan têdikoşin tê pêşkêşkirin.

Klemp nameyek li medya civakî weşand ku ji bo Şaredara Parîsê Anne Hidalgo nivîsî bû û diyar kir, ku ew wergirtina xelata Parîsê qebûl nake.

REXNEYÊN TUND LI ŞAREDAR KIR

Kaptana Elman siyaseta Şaredar Hidalgo ya der barê koçber û penaberan bi tundî rexne kir û got, "Ji ber ku li Derya Spî mirovan rizgar dikim hûn dixwazin bi vê xelatê nîşan bidin ku piştevaniya min dikin. Lê belê polîsên we li dijî mirovên bê mal, li dijî xwepêşandêran û li dijî penaberan bi her rengî tundiyê dikin."

Pia Klemp anî ziman ku mirovên alîkariyê bi mirovan re dikin pêwîstiya xwe bi xelatan nîne û diyar kir, "Pêwîstiya me bi wan saziyan nîne ku biryarê li ser 'kî leheng e, kî ne qanûnî ye' werbigire. Pêwîstiya me bi azadî û mafan heye. Zanim ku hûn matmayî nemane ji ber ku min xelata we red kir."

Polîsên Îtalyayê di havîna 2017'an de avêtibûn ser keştiya 'Luventa' ku li derveyî hikumetan bi saziyên alîkariyê dixebite û der barê Klemp de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Klemp diyar kiribû ku ew ji doza li dadgehên Îtalyayê natirse û gotibû, "Tenê ji tiştekî ditirsim. Ji ber ku Îtalyayê sînorên xwe li keştiyên alîkariyê asê kiriye wê li Derya Spî hîn bêhtir penaber bimirin. Eger mafên mirovan ji bo her kesî nebe ji bo kesî nîne."