Kampanyaya, ''Ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî azadî' didome

Kampanyaya ''Ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî azadî' li Ewrpayê didome.

24'ê Kanûna 2019'an Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wê dîsa derkeve ber dadgehê, beriya danişînê li Ewropayê kampanyaya bi pêşengiya,''Insîyatîva ji Fîgen Yuksekdag û Wekîlên Girtî re azadî'' dest pê kirî li bajarên Ewropayê didome.

Li Berlîn, Koln, Stûttgart, Kîel, paytexta Ewistûrya Viyana, paytexta Ingilistanê Londra û ya Fransayê Parîsê, li paytexta Swîsre Bernê û li gelek bajarên Ewropayê xebatên kampanyayê zêdetir bûn.

Bi çarçoweya kampanyayê derbarê Yuksekdag û wekîlên din ên girtî dosya bi zimanên xwecih hatine hazirkirin, dosya radestî şaredarî, partî, sendîka, rêxistinian jinan, rewşenbîr û hunermendan, saziyên xwecih têne kirin, banga bihistyariyê tê kirin û rêxistinên xwecih û koçber têne agahdarkirin.

Her wiha bang tê kirin ku li bajarên Ewropayê 20'ê Kanûnê li ber konsolosxaneyê Tirk an jî kolanên herî şên çalakiyên hevdemî werin kirin.