Kalkan: Komplo êrîşa qirkirina Kurdan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê: Komploya navnetewî êrîşeke wiha bi plan û rêxistinî ye ku bi armanca îmhayê ye, bi esasî bi çarçoweya pirsa Kurd derketiye holê û ji bo ku qirkirina Kurdan were temamkirin derketiye holê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan diyar kir pergala global û tifaqên herêmî yên ku pirsa Kurd afirandin û qirkirin dane ber xwe, piştî ku PKK’ê qûtbûna ji pergalê daye ber xwe û piştî ku derdorên ku bi ser PKK’ê de hatine şandin berteref kiriye, 12’ê Îlonê artêşa Tirk ketiye dewrê, piştî Pêngava 15’ê Tebaxê bi salekê jî êdî NATO’yê şer rê ve biriye. Kalkan ev qonaxên komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an bi berfirehî vekir: 1987-1988 êrîşa global, ferzkirina Şerê Başûr a sala1992’an, piştî agirbesta 1993’an pêvajoya fêhmkirin û dîtina rê û rêbazên nû, haziriya 9’ê Cotmeha 1998’an ku komploya esasî ye û bicihanîn vê, herî dawî qulibîna wê ya li sr 15’ê Sibata 1999’an…

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan, bi wesîleya salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîmî dewleta Tirk kirin, bersiv da pirsên ANF’ê. Beşa pêşî ya hevdîtina ji çar beşan pêk tê wiha ye:

Em dikevin sala 24’an a komploya navneteweyî ya 15’ê ku Kurd weke ‘Roja Reş’ pênase dike. Dema ku di warê dîrokî de lê tê nêrîn, êrîşên hêzên navneteweyî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digihêje salên 1990’î. Ji ber çi van hêzan piştî vê pêvajoyê û şûnde êrişên xwe yên li ser Abdullah Ocalan zêde kirin. Li piştperdeya vê planê çi ye?

Salvegera 23’yan a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê careke din şermezar dikim. Berxwedana dîrokî ya 23 salan a Îmrali û dîsa têkoşîna dîrokî ya li dorî vê berxwedanê ya li dijî komploya navneteweyî tê kirin silav dikim.

Hemû şehîdên xwe yên di têkoşîna 23’ê salan de bi lehengî şehîd ketin bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Bi hêvî û bawerî me ku wê di têkoşîna sala 24’an de sîstema tecrîd û êşkencê ya Îmrali parçe bikin, têkoşîna me ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne, wê serketinên mezin û encamên girîng bi xwe re bîne. Li ser vê bingehê ji bo her kesên di sala 24’ê ya têkoşîna demokrasi û azadiyê ya li dijî komploya navneteweyî dike de serketinê dixwazim.

Ji bo bersivdayîna pirsê divê ewilê bê zanîn bê ka komplo çi ye? Komploya 15’ê Sibatê çima û ji bo çi pêk hat, bi kinahî bê nirxandin. Ji ber ku komplo di asteke dîrokî de pêk hat, ne tiştek welê ye ku hema carekê de derket. Rewşeke welê ye ku di pêvajoyeke dîrokî û qonaxan de hatiye amadekirin. Bê şik û guman êrîşeke welê ye ku herî paşverû, faşîst û dermirovî, dîsa tinekirina hedef û tinekirinê xwestine vê pêk bînin.

Li ser vê mijarê divê mirov vê bîne ziman; Komploya Navneteweyî êrîşeke bi armanca îmhakirinê hatiye kirin û esasê xwe êrîşeke ku di çarçoveya pirsa Kurd de derketiye holê ye. Xistina meriyetê ya qirkirina Kurdan, pêkanîna wê, dîsa pêvajoya serxistina wê û bi armanca hatî kirin, derketiye holê, êrîşeke bi pîlan û rêxistinkirî bû.

BI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ XWESTIN QIRKIRINA LI KURDISTANÊ BI SER BIXÎNIN

Ji bo wê ne mijareke welê ye ku hema ji ber xwe ve derketiye holê. Êrîşeke welê ye ku xwe dispêre siyaset û hişmendiya înkar û îmhakirina gelê Kurd ku weke pirsa Kurd tê pênasekirin. Bi kinahî girêdayî pirsa Kurd û dîsa girêdayî hişmendî û siyaseta vê pirsê derxistî holê ye. Êrîşeke ku dihêle pirsa Kurd bidome, çareser nebe, dixwaze dirêj bibe ye, êrîşeke welê ye ku qirkirina gelê Kurd dike armanc.

Di serî de divê van pênaseyan bikin. Di kîjan dîrokê de ji bo çi derket, kîjan hêzan rol lîst, ji bo baş bê nirxandin, divê ev bên şîrovekirin. Eger ku em bêjin komploya navneteweyî êrîşeke li hemberî Rêber Apo ye, wê demê Rêber Apo çareseriya pirsa Kurd dixwest. Li dijî êrîşên qirkirinê li ser Kurdan ferz dike ye. Li dijî wê têdikoşe. Hebûn û azadiya Kurdan diparêze. Têkoşîna wê dike. Ji ber ku têkoşîna azadî û hebûna Kurdan bi rê ve dibir, pirsa Kurd ber bi çareseriyê ve dibir. Li dijî hişmendî û siyaseta qirkirina Kurdan têkoşîn dikir. Ji ber ku Rêber Apo di rewşeke wiha de bû, komploya navneteweyî li ser hate kirin. Bi komploya navneteweyî xwestin qirkirina Kurdan bigihînin serketinê.

Wê demê ev êrîş li dijî hebûna Kurdan, azadî, yekîtiya demokratîk a gelê Kurd û jiyan wê ye, a rast di şexsê Kurdan de li dijî azadî û demokrasiyê, li dijî çareseriya demokratîk û mirovahiyê ye. Divê wiha bê nirxandin. Ji ber ku weke din ên din bila tine bibin, nikare hebûna xwe pêk bîne. Ev ne li gorî pîvanên mirovahiyê ye. Tu nikarî li ser kolekirina mirovan azadiyê nikarî pêk bînî. Li ser tinekirina yên din nikarî hebûnê ava bike. Nirxên mirovan vê qebûl nake. Hebûn û azadî bi hev re dikare bê îfadekirin. Ji ber ku mirov hebûneke civakî ye, sosyalîteya wê vê dixwaze. A rastî zindîbûn vê dixwaze. Ev tenê rewşeke welê ye ne bi mirovan ve girdayî ye. Hemû zindiyan eleqedar dike. Cîhana lawiran û cihana nebatan jî wiha ye. Di xwezayê de hebûna zindiyan wiha ye.

Erê li nava cîhana lawiran şereke li dijî hev heye, lê li gel hev jî tevger dikin. Ji ber mirov xwedî hişmendiyeke civakî ne, bi gotinî vê cihêtiyê li nav rake û bi hev re hê zêdetir pêş bixe, dibe cûre ku hê zêdetir hakim be. Taybetmeniyê diyareker ên mirovan ji cûrên din cuda dike, divê ev be. Mirovbûna vê diceribîne. Lê mixabin hişmendî û siyaseta desthilat û dewletê li dijî bimirovbûna wiha ye. Tam berovajî di cîhana lawiran de ‘masiyê mezin masiyê biçûk dixwe’ dîsa ‘qanûna daristanê’ ya hêza wî zeîf bê tinekirin, bûna yekdestîbûn, sîstemeke li ser karê hatî avakirine. Siyaset û hişmendiya ku vê qebûl dike, pîvanên ku em dibêjin nirxên mirovî ne pêk nayên. Bi taybetî dema em li Kurdistanê dinêrin ev rewş vekirî tê dîtin. Pênaseya ku mirov hebûneke civakî û komînale di pratîkê de nayê dîtin, tam berovajî rastiyeke dîrokî ya bûye qurbanê şerê hovî takekesî, malbatî, xanedanê.

Niha em vê hemû li Kurdistanê di nava sed salên dawî de bêhtir eşkere dibînin. Ne tişteke welê ye ku bi vê sedsalê ve girêdayî ye. Sîstema desthilat û dewletê 5 hezar sal in, hebûna xwe li Kurdistanê li ser tinekirinê ava kiriye. Hê destpêkê Rêber Apo derketî ser dika dîrok, dîroka Kurdistanê ya li bin şaristaniya dewlet-navendî de, pênaseya dagirker-talanker û berxwedana li dijî wê tê kirin pênase kir. Desthilat û sîstema dewletê, li Kurdistanê tim dagirkerî û mêtingerî kir. Tim ji derve serwerî kir. Çi bi vî rengî û çi bi rengê din serweriya biyanî bû deshilat. Giha xaleke welê ku çawa ku gav bi gav azadiya Kurd hate rakirin, rewşa ku rê li ber Kurd bibin dewletek, hêzeke serwer jî heta girtin. Pêşiya vê girt. Asta eşîrtiyê derbas nekir. Dewletbûnên li Kurdistanê asta demkin a xanedantiyê derbas nekir. Sîstemê rê neda bê. Yê bû serwer tim biyanî bû, yên ji derve hatin bû, dagirker mêtinger bûn. Serweriya biyanî tim bûn serwer.

Ev di navîna sedsala 17’an de rê li ber wê vekir ku Kurdistanê di navber du împeratoran de bibe du parçe. Sal 1639’an bi Peymana Qesre Şîrîn Kurdistan di navbera Împaratora Osmanî-Îranê de hatin parçekirin. Di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Osmaniyan Kurdistan kir 3 parçe. Di nava statûkoya siyasî ya Rojhilata Navîn ku ji aliyê Îngîltere û Fransayê ve hate kirin, sê pare li ser sê dewlet-neteweyan hate parvekirin. Ev her sê dewlet-netewe hewl dan qirkirina Kurdan birêve bibin û ser bixin.

Qirkirina Kurdan ji talankarî û serweriya biyaniyan zêdetir hebû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û şûnde qirkirin li Kurdan hate ferzkirin. Destpêkê mêtingerî, serweriya biyaniyan dihate ferzkirin. Ji vê cudatir heye. Serweriya biyanî dîsa serweriyên ku berjewendiyên siyasî-aborî û leşkerî esas digire. Mêtingerî jî vê îfade dike. Xistina di bin serweriya xwe de înkar û îmha tine. Xistina bin serweriya xwe, dewlemendî, hêza kedê û çavkanî ya sîstema mêtingeriyê heye. Qirkirin ji vê cihê ye, yên li pêşberî xwe tine dike, tinekirin û her tiştî dike destê xwe.

Qirkirina li ser Kurdan dihate kirin ji vê zêdetir bû. Ev rewşa giştî li gelek qadên cîhanê tê dîtin. Mînak, ya bi serê Ermeniyan hate kirin qirkirin bû. Yên qir kirin înkara Ermeniyan tine nahesibîne. Ermenî tê biçûkxistin, heqaret û çêr ji bo wan tê kirin. Nayê înkarkirin û tine nayê hesibandin. Li ser civaka Ermenî qirkirineke fîzîkî û tên sirgûnkirin. Qirkirina Ermeniyan tenê xwestin bi van rêbazan birêve bibin. Qirkirina Kurdan qirkirinek vê derbas dike.

Erê qirkirinên fîzîk, qetlîam û li cihên cuda hewldanên neçarî koçkirin û dîsa sûrgun heye. Ji wê zêdetir plan û projeyên gunerîna demografî û asîmlasyonê li ser vî bingehî tên pêkanîn hene. Guherîna demografî û asîmlasyon tê çi wateyê? Li gel tinekirina fîzîkî, qirkirina çand, dîrok, ziman, civak, nirx û çanda neteweyî tine dike, kirin hedef. Dikarin ji bo vê bêjin qirkirina çandî jî. Jiyaneke ku xwe înkar bike, tine bike û veguhere yeke din, ferz dike.

A li zindana Amedê îtirafkarî dihate sepandin ev bû. Xwe înkar bike, tine bike, veguhere min. Xizmeta min bike. Dewlemendiyên xwe bide min. Xwe veguherîne û bibe ez. Ji vê zêdetir bi her tiştî ve xwe tine bike, tenê bi fîzîkî bimîne, piştre bi nirxên min xwe ji nû ve biafirîne, bijî. Qirkirinek wiha heye.

DEMA PÊWÎST KIR QIRKIRINA FÎZÎKÎ DEMA PÊWÎST KIR QIRKIRINA ÇANDÎ

Li ser vê serweriya dewlet-netew ku Şerê Cîhanê yê Yekem derxistî holê ava kir. Li ser bingehê siyaset û hişmendiyeke wiha, li Kurdistanê ya xistin bi serweriya xwe, li ser civaka Kurdan qirkirinek wiha dan pêkanîn. Yanî li gorî pêwîst qirkirina fîzîkî û dema pêwîst kir jî qirkirina çandî, her warî de êrîşeke ku Kurdan tine bike pêk anîn. Her dewlet li qadên di bin desthilatdariya xwe de kir û bi peyman bi hev re kirin. Di nava wan de hevkariyek diyar hebû. Bi pîvana ku li dijî Kurdên li parçeyên din destekê nedin tevgeriyan. Bê ku mafek ji bo Kurdên di bin serweriya xwe de nîşan bidin tevger kirin. Dîsa ti dewletê qirkirinek wiha bi serê xwe nekirin. Aliyekê bi xwe kirin, aliyê din jî bi rêbazeke hevpar kirin. Împaratoriya Osmanî têk çû, lê dewletên Tirkiye-Iraq-Îran li ser Kurdên di bin serweriya xwe de qirkirinek hevpar kirin. Ne tenê van dewletan kir. Hêzên ku ev dewlet derxistin holê, sîstem avakirin, rêve dibin, di nava rêveberiya hevpar de kirin. Di serî de Îngîltere, Fransa piştre ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve DYE, di nava rewşa herikbar de Îsraîl vê rêbazê pêk anîn.

Hêzên pêşeng ên sîstema modernîteya kapitalîst, di mijara qirkirina Kurdan de li gel dewlet-neteweyan bû hêza bi hev re bûn. Li ser vî esasî Paketa Bexda da. CENTO da. Ev rêveberiya hevpar di demên cihê de, heta gihan rêxistinên hevpar ên cihê jî. Giha asta tifaqê.  Carnan van ji holê rakirin, lê fîlî ev rêbaza hevpar jiya.

HIŞMENDIYA QIRKER GIRÊDAYÎ SÎSTEMA MODERNÎTEYA KAPITALÎST A KUREWÎ YE

Dixwazim vê bînim ziman: Siyaset û hişmendiya ku dixwaze Kurdan parçe bike, Kurdan tine dihesibîne, tine bike, ne tenê girêdayî dewletên ku dixwazin Kurdistanê bixe di bin serweriya xwe de, sîstem û dewleta ku wan ava dike, hişmendî û siyaseta sîstema modarnîteya kapitalîst e. Ji bo wê pirsa Kurd ne pirseke welê ye ku girêdayî çend dewletên ku dixwazin Kurdistanê bixe di bin serweriya xwe de ye, pirsgirêkeke welê ye ku ji şerê navbera sîstema dewlet û desthilatê ya ku serweriya kapitalîst a gerdûnî derxistî holê ye. Divê em rast û bi qasî pêwîst qirkirina li Kurdistanê tê ferzkirin, fêm bikin. Divê ji vê em vê fam bikin; Qirkirina Kurdan, tenê girêdayî dewletên ku Kurdistan dagirkirine bigirin dest wê teng û kêm bimîne. Rastiya qirker a li Kurdistanê tê ferzkirin, wê bibe ku baş neyê famkirin. Bê şik û guman roleke wan jî heye, parek ji bo wan hatiye diyarkirin, ev pirsgirêk li gorî encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn, seketiyên şer, yan jî aliyê sîstema dewlet û deshilata kurewî ve derxistiye holê. Ev sîstem ji aliyê hêzên pêşeng ve bi baldarî hatiye birêvebirin, kontrolkirin. Her kesê di nava sîstema dewlet û desthilatê de cih digire, xizmet ji vê hişmendî û siyasetê re kiriye, derneketiye derveyî vê. Em pîvan û qûralin, em van wiha pênase bikin, wê bersiva pirsê ji ber xwe ve derkeve holê.

DERKETINA RÊBER APO, VEQETÎNA JI DESTHILAT Û DEWLETÊ DERKETINEKE PÊK HATÎ YE

Ji bo wê pirsa Kurd ne tenê pirsa dewletên Tirkiye-Iraq, Îran û Sûriyeyê ye. Pirsgirêka sîstema modarnîteya kapitalîst a gerdûnî ye. Ji bo wê têkoşîna ji bo çareseriya pirsa Kurd, ne tenê li divê van dewletan bê kirin, divê li dijî sîstema dewlet, desthilat û sîstema kapitalîzmê bê kirin.

Ji xwe têkoşîna PKK’ê wiha derket. Jinûve derketina Rêbertî û derketina Serok Apo ne derktineke welê ye ku tenê li dijî qirkirinê têkoşînê dike, derketineke welê bû diviyabû ji desthilata heyî û sîstem dewlet veqetî bû. Dema Rêbertî biryara têkoşîneke wiha dide, ji hemû taybetmendiyên desthilat û sîstema dewletê qut dibe. Tevlîbûna bi Rêber Apo re û dîsa tevlîbûna koma Apoyî, dîsa tevlîbûna PKK’ê divê ji sîstemê qût bibe. Hem di nava sîstem de be û hem jî nava PKK’ê be nabe. Ferqa bingehîn a di navbera PKK’ê û tevgerên şoreşger, çep-sosyalîst, azadîxwaz, rêxistinên netewe-rizgarîxwaz ji vir tê. Ev ferqeke pir berbiçav derket holê.

Rêber Apo hewl da ku vê rewşa PKK’ê baş fam bike, îfade û îzah bike. Ji bo her kes jî fam bike, ked da. Lê her kesê di heman astê de fam nekir. Ji ber yên qut nebûn, bê ku ji sîstemê qût bibin, bi gotinî Kurdîtiyê bike, yên ku xwestin li gel hebûn û azadiya Kurdan bû, qet nexwesti vê fam bikin. Zêdetir şêlo kirin. Bi hewldanên burjuvaya biçûk, miletgeriya-reformîst, hewldanên burjûvaya-biçûk, roleke wiha lîstin. Bi sîstemê ve nêvika wan girêdayî bû. Ji aliyê sîstema dewlet û sîstemê ve hatibûn erêkirin.

Rastiya Rêbertiyê, Koma Apoyî, PKK ji sîstemê qût bû, qût kir, xwe li ser bingehê ji nû ve avakirinê, bû pêşketinek xwe sîstemkirinê. Ji aliyekê ve li dijî hişmendî û siyaseta qirker têkoşîn kir û li aliyê din kete rewşeke welê ji bo avakirina azadî û demokrasiyê ji nû ve avabûn weke sîstemek alternatif derket. Têkoşîna PKK’ê ji ewilê ve wiha bû û heta niha jî wiha ye.

Ev têkoşîn her çendî di destpêkê de wateyek wiha li xwe girtibe jî, teng bû, biçûk têkoşîneke îdeolojîk bû, yekîneyên leşkerî yên biçûk, çalakiyên kesî bûn, protestoyên beşên civakî yên teng bû. Ji bo wê li qadeke teng birêve çû. Destpêkê li dijî hêzên ku qirkirineke wiha ku rû bi rû tê şer kir. Ji aliyekê ve sîstema qirker fam kir, ji beşên hatî asîmlekirin, teslîm bûne, xiyanet li rastiya xwe kirine, bûne sîxûr û hevkar têkoşîn kir.

Li aliyê din weke gava duyemîn, bi dewleta TC ya ku li pêşiya vê sîstemê û bi rengê herî hovane xiste meryetê şer kir. Bala xwe bidinê ji 77’an û vir ve di plana yekem a taktîka ‘li dijî avahî û saziyên sîxûriyê têkoşîna li ser bingehê şideta demokratîk’ derketina pêş ne ji xwe ye. Ji ber ku sîstema mijara gotinê, gihiştiye wê nûqteyê ku serweriya xwe ya qirker a li ser civakê dinixûmîne, toreke sîxûrî-hevkar û xayîn a herî zêde birêve dibe avakiriye. Heta ku wê parçe nekî, ne dijminê esasî ne jî dewleta TC û ne jî sîstma modernîtya kapitalîst bê dîtin, ne jî bi wê re ketina şer mimkûn e, ne jî mimkûne ku xwe bigijînî gel, karker, gundî û jinan. Ji bo wê divê sîstema tora hevkar-sîxûriyê ya vê sîstemê bi rêve dibe bê parçekirin. Li dorî berxwedana Hîlwan-Sîwerek bi têkoşîna li dijî sazî, avanî û kesên sîxûr a li Kurdistanê ev tor hate belavkirin. Dema ku tor hate parçekirin, amûra esas derket holê. 12’ê Îlona 1980’ê darbe çêbû. Dewleta TC, yanî artêşa Tirk bi vekirî kete rêveberiyê. Li dijî vê li ser bingehê amadekariyên gerîla yên li qadên Lubnan-Filistînê bi pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an têkoşîn destpê kir.

Dema ku artêşa Tirk bi li ser bingeha pilana 3 mehan a 84’an nekarî hêza têkoşînê dike tesfiye bike, hêza ku Kurdistanê parçe bike, qirkirina Kurdan di asta gerdûnî de bi rê ve bibe kete dewreyê. Yanî sîstema dewletî ya navneteweyî, rêvebirên wê DYE, hevkar, NATO hêzê wê ya rêxistinkirî kete dewrê. Destpêkê Kenan Evren gotibû; ‘3-4 qaçaxçî ne, em wan têk bibin tarûmar bikin’. Sala 1984’ê piştî dît ku nikare tarûmar bike, her cihê çû derb xwar, derket holê ku dewleta Tirk û artêşa Tirk wê bi serê xwe nikarin qirkirina heyî bikin. Ji xwe bi xwe di serê sala 85’an ji bo madeya 5’an bikeve dewrê serî li NATO’yê da. Madeya 5’an ev e; Li gorî wê, êrîş li ser kîjan dewletê pêk bê, weke ku li ser NATO’yê pêk hatî, NATO jî divê vê dewleta êrîş li ser hatiye kirin biparêze. Dewleta TC’ê ev kir, rewş bir NATO’yê. PKK’ê, berxwedana Kurd ji derve weke ku êrîş dewleta TC dike, pênase kir. Got; ‘êrîşî NATO’yê’ kir. Wê demê Diviyabû NATO li dijî PKK’ê şer bike û dewleta TC’ê bi parêze.

Ji bo vê sala 1985’an NATO kete dewrê. Sîstema kapitalîst a kurewî kete dewrê. Ji wê rojê û heta îro NATO şer bi rê ve dibe, sîstema navneteweyî bi rê ve dibe. Vê sîstemê ji sala 1987’an û vir ve bi îlana Rewşa Awarte di asta kurwî de li dijî PKK’ê planeke îmha û tefiyeyê ya li dijî PKK’ê amade kir xiste meryetê. Ji bo gerîla bi perçiqîne, Rêber Apo îmha bike, ji bo li Ewropayê PKK’ê bidarezîne û mehkûm bike, yên li pişt mane jî, di bin navê ‘PKK Yekîtiya Şoreşger’ di nava hevpareyeke sexte de bike yek, bi armanca bikişîne nava sîstemê êrîşeke kurewî da birêve bir.

Berî niha êrîşek wiha hebû. 85’an hinek destek kir. PKK’ê xwe spart gelê Kurd ku belavî çar aliyên cîhanê bûne, li Rojhilata Navîn, li Ewropayê kar kir, dema ku pêşketinên bi berxwedanê ava kir, di vê rewşê de gihan wê yekê ku xwestin li dijî PKK’ê di asta navneteweyî de planeke ya êrîşê birêve bibin. Ew girîng bû. Divê mirov vê bizane. Yên êrîşên 87-88’an nezanin, pêşketin û bûyern 90’î û komploya naneteweyî jî fam nake. Berî her tiştî di asta kurewî de êrîşeke bi pilan 87-88’an pêk hat. Ev êrîşek bi plan bû. Di xweseriya sîstema Rewşa Awarte de, êrîşeke wiha îfade dike. Şerê Îran û Iraq li ser vî bingehî hatin rawestandin. Artêşa Îran û Iraqê kirin metal, artêşa Tirk jî kirin çakûç. Di zivistan, bihar û havîna 87-88’an de ji bo gerîla biperçiqînin, êrîşên herî hovane kirin. Ji bo Rêber Apo îmha bike, gelek xebatên sîxûrî û êrîş bi rêxistin kirin. Dema ku ev yek nebû, dewleta Elman zext li rêveberiya Hafiz Esad kir, daxwaza radestkirina Rêber Apo kir. Ji bo PKK’ê bidarezînin û mehkûm bikin doza Dusseldorf a Ewropa pêk anîn.

Darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’ê di sala 81-82’an xwestin vê bikin, lê bi ser neketin. Berxwedana zindanan ev berovajî kirin, yên xwest bidarezîne, darezand, siyaset û hişmendiya qirker-mêtinger a Tirk mehkûm kir, bin xist. Bi ser neketibûn. A li Amedê ya li nava sîstema TC’ê jî dema bi ser neketin, mehkûmkirina PKK’ê di asta kurewî de, di nava Ewropayê de bi destê Elmanya bê birêvebirin, xwestin mehkûm bike û bi ser bixe. Di asta kurewî de xwestin PKK’ê mehkûm bikin. Eger ku mehkûmyeteke wiha pêk bihata, wê PKK biketa rewşeke welê ku divê li her dera cîhanê bihata tinekirin û rewşek welê her kes li ber rabûna. Dixwestin xeta Apoyî li wir mehkûm bikin. Xwestin Rêber Apo bixin bin mehkûmyeteke wiha. Çawa ku TC’ê Rêber Apo ji destê wî derket, nekarî li dageha leşkerî ya 12’ê Îlonê dadgeh bike, vê carê sîstema kurewî, sîstema DYE’yê her cihê biçûbanê wê daxwaza radestkirinê bikra û bigirta û darezandiba.

PKK mezin bû, yên din ên mayîn, kadroyên rêxistinê yên parçe bûne, sempatîzanên gel ên fireh di bin navê ‘PKK Yekîtiya Şoreşger‘ a Fatma û Huseyîn Yildirim ên rêxistinên sîxûrî ne ku serkêşiya wê dike, xwe vekişand nava sîstemê. Ew jî wê biba mîna PDK’ê û rêxistinên weke wê bibin hevparên qirkirina Kurdan. Wê nav biba ‘PKK’ wê li dijî siyaset û hişmendiya qirkirinê li Kurdan ferz dike, ne ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn bike, ji bo azadî û hebûna Kurdan tine bike li gel sîstemê têkoşîn bike, lê bi awayek sexte ku weke ku Kurdan diparêze, bi navê Kurd, bi zimanê Kurd, wê bikeve rewşek wiha ku bike. Ev hate xirakirin. Ev yek bi bi berxwedana Rêber Apo û gerîla hate şikandin. Yên li Dusseldorfê ne PKK hate darezandin û mehkûmkirin, yên xwesti PKK’ê mehkûm bikin û darezînin hatin darezandin û mehkûmkirin. Bi gotina PKK dikin rêxistineke qedexe, li meclîsa federal a Bonnê biryarek siyasî derxistin û li gorî wê xwestin ceza bikin û mehkûm bikin. Ew biryar jî ji DMME’yê vegeriya. SAziya hiqûqê ya bi xwe ava kirî, got ‘binpêkirineke wiha bê hiqûqî nayê qebûlkirin’. Bi vî rengî êrîşên kurewî hatin valaderxistin.

Gava duyemîn Pêngava Şerê Başûr a 1992’an bû. Xwe spart avakirina rêveberiya heyî ya Başûrê Kurdistanê. Yanî tenê 87-88 nebû. Li wir têk çûn, serê sala 90’î bi Şerê Kendavê re li Başûrê Kurdistanê valatiyek mezin derket, li Bakurê Kurdistanê li ser bingehê Şoreşa Vejîna Netewî dema bi pêşengtiya gerîla tegereke serhildanê pêş ket, PKK li Bakur û Başûr giha hev, qadeke hatî rizgarkirin, bi tirsa avakirina Kurdistanê bi lez dest bi amadekirina planekê kirin. Rêveberiya Başûr an jî sîstema li wir wiha hate avakirin. PDK û YNK anî ba hev û ew sîstem ava kir. Bi Operasyona Hêza Çekîç ew xistin ewlehiyê. Ji bo hevpar li dijî PKK’ê şer bikin, Tirkiye li vê zêdekirin, qane kirin. Piştî wê û şûnde DYE-Tirkiye-PDK-YNK hev re ji qada Xakurkê heta Heftenîn ku weke Herêmên Parastinê yên Medyayê tê pênasekirin ku rola hestiyê piştê yê Botan û Behdînanê ye hêzên gerîla lê ku weke erka biryargehê lê ne, êrîşeke Cotmeha 92’an ku wê dike hedef bi hev re birêve bir. Ev plansaziya duyemîn bû.

Ev hemû şeklê pêşî yê komploya navneteweyî ye. Qonaxên pêşwext bûn. Ji xwe ev di asta navneteweyî de êrîşek in. Destpêka komployê ne. Ji bo wê nîşan didim. Ev êrîş derfetê gerîla ya avakirina ciheke rizgarkirî ji holê radike. Encamek wiha derxist. Nekarî armanca bi temamî gerîla biperçiqîne, zanabûn û pratîka azadiya Kurd bi ser nexist. PKK vekişiya. Xwe komî ser hev kir. Piştre jî 93’an agirbest îlan kir. Projeyên çareseriya nû danî holê. Sîstem ligel hebûna Kurd û azadiyê di rewşên nû de xiste nava zoriyê. Dema wiha bû, bi tundî PKK dorpêç kirin, stratejiya tinekirinê giha asta ku nikaribe pêk bîne. Hêzên modernîteya kapitalîst ên qirkirina Kurdan birêve dibin, berê xwe dan famkirina vê rewşê ketin nava amadekariyên pilaneke nû.

Ewilê xwestin Rêber Apo fam bikin bê ka wê çi bike. Ji ala 93’ê û şûnde bi zêde berê xwe dan qada Serokatî. Hevdîtin kirin. Bi saziyên cuda yên PKK’ê re hevdîtin kirin. Ketin nava lêgerînên mîna ‘PKK çiye? Dixwaze çi bike, çawa agirbesgt îlan kir? Bi rastî Rêber Apo çi difikire? Wê çawa bikarin bi rêya herî kurt bê bandor bikin.’ Îstixbarata DYE û Elmanya di vî alî de ketin nava hewldanan. Ev bi belgene. Ev ne nirxandine. Mînak; Îstixbarata Fransa di pêvajoya komployê de daxuyanî da, got; ‘Me ji 93’ê û vir ve amadekariyên vê dikir.’ Ji bo wê ‘Em çend caran çûn bi Apo re civiyan’. Ev xwe dispêre agahiyên şênber ku wa bi xwe dayîne.

Xwstin Kurdan û PKK’ê binasin. Ji ber ku du planên wan ên mezin hatibû valaderxistin. Rêber Apo û berxwedana gel ev vala derxistibû. Ji bo wê berê xwedan ku baştir vê rastiyê binasin. Bê ka em çawa têkoşînek bikin em ê bi ser bixin? Berê xwe dan rastiya Rêber Apo, di mijara tişta bê kirin, berê xwe dan fam bikin. Êrîşên 87-88’an bi ser neketibûn. Êrîşên 92’an serketin ne anîbû. Li ser vê li rê û rêbazên din geriyan. Komploya navneteweyî di encama van lêgerînan de derket holê. lêgerînek wiha de derket holê.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ TENÊ RÊBERTÎ KIR HEDEF

Berî niha êrîş bir ser gerîla, nebû. Êrîş bir ser gel, xwestin biçewisînin, bi ser neketin. Li Amed û Dusseldorfê girtin pêk anîn, bi ser neketin. Bi hewldanên parçekirinê bi ser neketin. Li hember PKK’ê bi ser neketin. Serî li rêbazên din dan. Rêbaza nû bû Komploya navneteweyî. Giha vê encamê; Gihiştin wê yekê ku êrîş bibin ser Rêber Apo. Vê carê hedef teng kirin, navenda êrîşan bû Rêber Apo. Cudahiya Komploya navneteweyî ya ji êrîşên pêştir ev bû. Êrîşên berê li ser gerîla, gel û rêxistinê, li gel van tevan êrîşî Rêbertiyê dikir. Komploya navneteweyî tenê Rêber Apo kirin hedef. Hemû êrîş li ser Rêber Apo hatin kirin. Ev encam êrîşên bi plan n 87-88’an, êrîşên 92’an vala derketin, bi dersên ji van hatin derxistin, bi xebatên ji sala 93’an û vir ve bidest xist. Têkoşîneke mezin bû. Ketin nava lêgerînê û gihan vê encamê.

Di vê mijarê de agahiyên Şahîn Donmez û Şemdîn Sakik bûn alîkar. Bi ya min cih bê dayîna vê wê sûdmend be. Nayê wateyê diyarkerbûn. Soza xayînan, efendiyên wan weke heyî nagirin. Lê bû alîkar, Şahîn Donmez dema hate girtin ji bo MÎT’ê ev gotibû: ‘Heta ku Apo hebe, hûn PKK’ê çil car tine bikin, wê cara çilûyekê jî PKK xwe rêxistin bike û derkeve ber we. Wê demê hûn êrîş bikin hûnê êrîşî Apo bikin.’ xeta Şahîn Donmez ev bû, ‘Wê demê eger hûn êrîş bikin, şer bikin, hûnê êrîş bibin ser Apo’. Ramanên Yildirim Merket berojvajî vê bûn. Ew jî digot; ‘Divê êrîş bibe ser rêxistinê’, fikarên wî li ser vê hebûn, digot; ‘Êrîş bibe ser Apo, PKK tine bibe wê dewlet me tine bike. Ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê dewlet wê derfetê jiyanê bide me.’ Li Amedê di bin navê ‘Ciwanên Kemalîst’ev îtirafkar-xayîn dema rêxistin ava kiri, bi gotina ‘Li dijî PKK’ê wê têkoşînek çawa bê kirin’ di nava xwe de bi MÎT’ê re gotubêjên kûr kirin. Ev hevdîtin bi pêş ve birin. Lê nêrînên cihê derketin. Bi dirêjî nîqaş kirin. Ev tim derketin ser çapemeniyê. Belgeyên vê hene. Di vê mijarê de ji ewilê ve nêrînên Şahîn Donmez ev bû, tim vê parast. Şemdîn Sakik piştî bihara 98’an revî teslîmî PDK’ê bû şûnde teslîmî TC’ê bû û şûnde, heman tişt got. Weke hedef Rêbertî nîşan da. Nêrîna Şahîn Donmez hate erêkirin, ew jî bûn alîkariye.

Lê sîstem bi esasî li pêvajoyên berê 87-88’an, encamên ji têkoşîna 92’an hatî birêvebirin, xwe spart encamên lêgerînên 93’an û şûnde hatin kirin, gihan vê encamê. Vê dîtin; ji bo PKK’ê tine bikî, divê Rêber Apo tine bikî, eger ku qirkirina PKK’ê bi ser bixî, divê PKK’ê tine bikî. Ji bo wê eger ku qirkirina Kurdan bixwezî bi ser bixî, tinekirina PKK’ê bû neçariyek. Ji bo PKK’ê jî tine bikî, divê Rêber Apo tine bikî. Heta ku Rêber Apo tine nebe, PKK çiqasî tine bikî, tine nabe. PKK’ê tine nekî, çiqasî êrîşî gelê Kurd bikî nikarî qir bikî, berovajî êrîş xurt dibe, zêdetir belav dibe û xurt dibe. Li ser vê stratejiyeke ya êrîşê ya Rêber Apo dike hedef. Rêber Apo kirin hedef. Ji bo vê planek amade kirin, biryar girtin, ji bo bê ka wê çawa pêk bînin ketin nava lêgerînan û ketin tevgerê.

1’ê Îlonê 1998’an bi teşwîqkirina agirbestê re destpê kirin. Ji girtîgehê, Ewropayê ji Rêber Apo daxwaza agirbestê kirin, vê jî leşkerên TC’ê û saziyên sivîl kirin, bi vê armancê bû. Ewil gerîla kişandin agirbestê. Ji xwe gerîla westiya bû. Wiha têkoşîna da rawestandin, Rêber Apo bi têkoşînê xwe neparêze. Agirbest vê kir. Piştre 17’ê Îlona 1998’an Celal Telebanî û Mesût Barzanî birin Washîngtonê, bi peymanekê li hev kirin, bûn yek, biryar girtin ku PKK rêxistineke terorê ye, divê Başûrê Kurdistanê biterikîne. Wisa kir ku weke bêjin lîderên PDK’ê li dijî PKK’ê ne. Di têkoşîna li dijî Rêber Apo de dengê erê dane.

Piştre PKK’ê dema ku xwe ji bo Kongreya 6’an amade dikir, sûd ji çûna kadroyan a kongreyê girtin, ji ber ku Rêber Apo tevlî pêvajoyeke wiha nehate kirin, bi tenê hiştin. Hemû amadekariyên di hevdîtinên ji 93’an û vir ve bi Rêbertiyê re kirin, xistin dewreyê, kir ku Rêbertî hem ji Şamê û derkeve û berê wî bide Yewnanistan û Ewropayê. Zext li rêveberiyaHafiz Esad kir. Serokê DYE’y Clînton ev bi xwe kir. Ev li DYE’yê qanûnî û bi belge ye. Şêwirmendên wî ev yek îlan kir. Wezîrên Kerê Derve yê niha wê demê şêwirmendê Clînton bû. Yek ji kesên ku komploya navneteweyî amade kirî ye. Birin bi Clînton dan îmzekirin. Çiye? DYE biryara girtina Rêber Apo yan jî îmhakirina wî bû. Li ser wê êrîş birin ser Rêber Apo. Li ser vî bingehî hişyarî da rêveberiya Hafiz Esad ku li Sûriyeyê radigire. Hişyarî da Tirkiyeyê ku rêveberiya Esad tehdît bike. Serokkomarê Misrê Husnû Mubarek ji bo dewleta Tirk û Sûriye li hev bikin xiste dewrê. Wî jî erka xwe pêk anî. Demîrel rêveberiya Sûriyeyê tehdît kir. Rêveberiya Hafis Esad bi Mubarek re li ser bingehê xwestî bi Tirkiyeyê re li hev kir. Li pêşberî gefên DYE’yê tirsiya û daxwaz ji Rêbertî kir ku Sûriyeyê biterikîne. Hêzên ku ev birêvedibirin, amadekariyên xwe yên li Yewnanistanê xistin dewrê. Hema gotin, ‘Em we vedixwînin Yewnanistanê, hûn dikarin bi kêfa xwe kar bikin’ pêşniyar kirin. Dema ku Rêbertî ev yek dît, 9’ê Cotmehê bi balafireke taybet ji Sûriyeyê derket û xwest biçe Yewnanistanê. Dema çû dît ku yek kesên ew vexwendî, li wir nebûn. Rê neda bikeve Yewnanistanê. Eger ku bixwesta vegere, wê li ser Behra Spî bihata tinekirin. A ratî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê komploya tinekirinê bû. Nimûne; nayê zanîn bê ka Usame Bîn Ladîn li kûderê ye.

Rêber Apo ji Şamê derketibû, nekaribû biçe cihek din, kesê ha ji vê yekê nebû. Keseke wiha ji esmanan ve bihata gule kirin û biketa bine oqyanos û behrê wê agahiya kesê jê neba. Ne Kurdan û ne j PKK’ê wê agahiya ku çi bi Rêber Apo hatiye, çûye kûderê wê qet tiştek jê negirta. Pilanek wiha kiribûn. Dema ku Rêber Apo çû Rûsyayê ev plan vala derket. Komploya Navnetewî Komploya 9’ê Cotmehê bû. Ew jî komploya rojekê ya îmhayê bû. Dema çûn Rûsyayê, vê carê jî ji bo Rûsyayê derbikeve zext hate kirin. Rêber Apo ji Rûsyayê derket çû Îtalya-Roma.

DYE’ê komplo birêve bir. Wezareta Karê Derve ya DYE’yê birvebir û koordine dikir. Dema ku wan ev rewş dît, taktîk guherandin. Gotin xeta dikin. Bi vî awayî zext dikir ku cihek nemîne biçe ditengijand. Dema Rêbertî cih didît, plana wan xirab dikir. Dema wiha bi serneketin. Li cihê çûyê li şûna derbixîne, wê pêşniyar bihata kirin û vegerandiba bixistina kemînekê û kontrol bikira. Ji Romayê wiha birin Rûsyayê. Li Rûsyayê di asteke baş de xistin di bin kontrolê. Birin Yewnanistanê. Berê her tişt li Yewnistanê hatibû amadkirin. Xwestin ku îmhakirinê li Yewnistanê pêk bînin. Dema bi ser neketin, ji bo li Kenyayê pêk bînin, berê wî dan Kenyayê. Li wir jî bi ser neketin. Hemû xwînsarî û pêşbîniyên Rêber Apo ev yek vala derxist, bi baldariya wî vala derketin. Dema ku li Kenyayê jî ev plana îmhayê bi ser neket, dema ku tîmên Pangalos biser neketin, vê carê jî dîtin ku dem dirêj dibe, rewş wê kifş bibe, bûyer wê bibe siyasî û komplo wê xirab bibe, li ser vê CÎA ‘em nikarin îmha bikin, îdam bike, na bikin’ bi MÎT’ê re li hev kirin. Roja 15’ê Sibatê Rêber Apo ji Kenyayê revandin û birin Stenbolê. 15’ê Sibatê komployeke wiha derket. 4 mehan ji bo îmha bikin, sîstema bi pêşengtiya DYE’yê hewldan kir. Dema ku bi ser neket, ji xwe wê hiqûqa Tirkiye bidar ve bikira, razîbûn ku wê bi dar ve bike, dibe ku berovajî jî bibûna, dibe ku hemû pîlanên wan vala biçûba. Dibe ku mijar siyasî bûna. Komplo, bi vî rengî bû Komploya 15’ê Sibatê wiha pêk hat. Êşkenceya Îmralî û sîstema tecrîdê, bi vî rengî darezandina Îmralî derket holê.

Wê bidome...