Jinên Tîrêjên Rojê çalakî kirin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û ji bo bîranîna Şehîd Arîn Mîrkan çalakî li dar xistine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û ji bo bîranîna Şehîd Arîn Mîrkan li dijî cih û wesayitên "faşîstan" çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:

"25'ê Cotmehê li Gebze ya Kocaeliyê, febrîqeya berhemên kozmetîk a AKP û MHP'iyên faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

27'ê Cotmehê li Saray a Tekîrdagê depoyeke karsazekî AKP'î û 2 wesayitên luks ên heman kesî ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

28'ê Cotmehê li Mecîdiyekoy a Stenbolê li herêmeke ku nijadperest û faşîst lê zêde ne, 6 wesayitên faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

29'ê Cotmehê li Bahçelîevler a Stenbolê 2 wesayitên faşîstan hatin şewitandin.

29'ê Cotmehê li Beykoz a Stenbolê, li dijî bekçiyên ku ji hêza paramîlîter a AKP-MHP'ê û nijadperestan pêk tê, çalakî hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de ku bi teqemeniyê hate kirin bekçiyek birîndar bû û xisareke mezin li wesayita wan bû."