Jinên şoreşger li Manheîm û Berlînê hatin bîranîn

Li bajarê Manheîm a Elmanyayê ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger merasîmek ya bîranînê hat lidarxistin, li Berlînê jî Rosa Lûxembûrg û Karl Leîbnîcht hatin bîranîn.

Ji bo ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Mannheîmê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan û Meclîsa Herêmê ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin saet di 13:00’an de destpêkir.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Mûnevver Kaplan axivî û diyar kir ku her sê jinên şoreşger ên Kurd ne tenê serbilindiya gelê Kurd, di heman demê de serbilindiya mirovahiyê ne û got, "Em ê heya dawiyê têkoşîna wan bişopînin."

Li paytexta Elmanya Berlînê, teorîsyena Marksîst Rosa Lûxemburg ku yek ji sembola dîrokî ya têkoşîna jinê ye û yek ji damezrînerên Partiya Komunîst a Elmanyayê Karl Lîebnîcht hatin bîranîn. Her du jî di dema tepeserkirina serhildana Berlînê de hatin qetilkirin. Bi hezaran kes beşdarî bîranîna li goristana Frîedrîchsfeldê bûn.

Ji her temenî kesên ku bi otobusan ji gelek deverên Elmanyayê hatin cihê çalakiyê, serê sibê li Frankfûrter Torê kom bûn û her du şoreşger bi bîr anîn.

Piştre girseya ku bi qasî du kîlometreyan meşiya çû serdana gora Rosa Lûxemburg.

Di meşê de dirûşmeyên "Sara Rojbîn Ronahî", "Jin Jiyan Azadî" û dirûşmeyên di çarçoveya piştewaniya navneteweyî de hatin berzkirin.

Girseyê li ber sirûda navneteweyî qurnefîl li ser gorên Rosa Lûxemburg û Karl Lîebnîcht danîn.