Jinên Kurd ên li Parîsê: Bila hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan
Jinên Kurd ên li Parîsê ji bo balê bikêşin li ser rewşa Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş hatin ba hev û çalakiyek li darxistin.
Jinên Kurd ên li Parîsê ji bo balê bikêşin li ser rewşa Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş hatin ba hev û çalakiyek li darxistin.
Tevegera Jinan TJK-F ji bo balê bikêşin li ser rewşa Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş li qada Republique hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo dîkdator werin darizandin 100 sedem“, “ Fermana qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz Erdogan da, bila were darizandin“ hatin hildan.
Di daxuyaniyê de tim dirûşmeyên “Ji bo Abdullah Ocalan azad“, “Ji bo tevahiya girtiyên siyasî azadî“, “Kujer Erdogan“ û “Aysel Tûglûk ne bi tenê ye“ hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de TJK-F bal kişand li ser binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne û got: “Di serî de CPT û hemû saziyên mafên mirovan divê li dijî hovitiya Erdogan bikevin dewrê.“