Jinên Kurd ên li Moskovayê şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Kurdên li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, ji bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê li Mala Kurdan civiyan. Piştî civînê li ser navê Kurdên li Moskovayê nûnerên Organîzasyona Jinên Kurd daxuyaniyek da.

Kurdên li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, ji bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê li Mala Kurdan civiyan. Piştî civînê li ser navê Organîzasyona Viyan a Jinên Kurd Tera Qadir diyar kir ku ew bi hurmet berxwedêrên zindanê yên 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin. Qadir got ku “Têkoşîna berxwedana PKK’ê ya ku tê wateya ruhê berxwedanê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye avakirin, îro li her dera Kurdistanê û dinyayê didome. Berxwedana 14’ê Tîrmehê tê wateya rabûna gelê Kurd û geşkirina têkoşînê. Berxwedana Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek îro jî didome û bi saya vê berxwedanê bi hezaran şoreşgerên Kurd li dijî teslîmîyetê têkoşînê geş dikin.”

Qadir diyar kir ku bi pesendkirina hêzên dinyayê û piştgiriya wan îro dewleta Tirk a faşîst pêleke nû ya êrîşê didomîne û şoreşgerên Kurd li dijî vê êrîşî li ber xwe didin. Qadir bang li raya giştî ya dinyayê kir ku bila li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û helwesta xwe zelal bikin.