Jinên cihanê destek dana Guven: Divê tecrîd rabe!

Yekîtiya Jinên Diyalektîk a Navnetewî ji bo Leyla Guven mesaja destekê dan, xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 66'an de didome. Qada navnetewî peyamên destekê didin Guven.

Herî dawî Yekîtiya Jinên Diyalektîk ku ji gelek rêxistinên jinan, partiyên siyasî û nûnerên sendîkayên jinan pêk tê, ji bo Leyla Guven peyama destkê dan.

'BILA DAWÎ LI TECRÎDÊ WERE, JI LEYLA RE AZADÎ'

Di peyamê de ya bi navê, ''Ji Leylayê re Azadî'' hate gotin,  ''Em destekê didine daxwaza Leyla Guven a rakirina tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan.''

Di peyamê de hate gotin,''Em bi fikareke giran dibînin ku hevrêyên me yên jin li Tirkiyê têne gritin, êşkence li wan tê kirin û bi îdîayên pûç û beredayî têne darizandin'' û wiha hate domandin: ''Em jin, li dijî vê rewşê û li dijî sedemên ku Leyla ber bi çalakiyeke wiha ve tehf daye pir bihêrs in.''

'BÊYÎ LEYLA EM YEK KÊM IN'

Di dawiya peyamê de wiha hate gotin: ''Em jinên ku bi Leyla re têkoşîna heman jiyanê û îdîayê didin, em dixwazin cîhaneke ku cihekî wekhev dide her kesî biafirînin û ava bikin. Em pir baş dizanin; ev cîhan wê bi têkoşîna Leyla'yan ango jinan biguhere. Divê hevgirtina bi Leyla re geş bibe û em bihêlin ku Leyla bijî. Divê em ji bîr nekin; têkoşîneke jinan a bê Leyla, tê maneya ku yek kêm e! Leyla divê bijî, Jin Jiyan Azadî!''