Jinên Şengalî li dijî tecrîdê bang li CPT kirin: Bi erka xwe rabe

Berdevaka TAJÊ Sebîha Sebrî û Hevseroka MXDŞ'ê Xezal Reşo bang li CPT kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi erka xwe rabe.

Berdevka Tevgera azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî û Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Xezal Reşo têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

Sebîha Sebrî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrişên di şexsê Ocalan de li dijî jinê tên kirin û got, "Ev bû 21 salin Rêberê Gelan Rêber APO ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û qirker ve di nava tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Tecrîd sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Niha ji aliyê desthilatiya AKP’ê û MHP’ê ve ev sûcê mezin li hemberî Rêberê me tê kirin. Dîsa di nava van 21 salan de gelek polîtîkayên li dijî jiyana mirovahiyê li ser Rêberê me hate pêkanîn. Lê tevî van hemû êrişên dijî çanda mirovahiyê, Rêbertiya me her tim ji bo aştiyeke mayînde ji bo gelên herêmê û ji bo pêkvejiyana gelan, gelek hewl da û heta niha jî di nava tecrîda girangkirî de ji bo azadiyê têkoşîna rûmetê dike. Dîsa Rêbertiya me karî di nava van salên dirêj ên tecrîda girankirî de ji bo çareseriyê û ji bo azadiya jin û gelan ewqas pirtûk binivîsîne. Weke jinên Şengalê jî, me ji van pirtûkên Rêber APO di van şeş salan de gelek feyde girt, me karî xwe nas bikin û weke jin xwe bi pergal bikin."

Sebîha Sebrî da zanîn jina ku xwe nas dike û tama azadiya xwe di xwebûna xwe de ava dike, negengaze dev ji azadiyê berde û wiha pêde çû: "Jina ku xwe bi rêxistin dike hêza civakbûnê ye. Weke jinên Êzidî û civaka kevnar a Êzidî, me bi Rêber APO xwe nas kir û fikir û felsefa Rêber APO em ji fermana reş a 73’an xilas bûn. Me piştî vê fermanê ku deh hezaran jinên Êzidî ketin destê kujerên jinan çeteyên DAIŞ’ê, me xwe rêxistin kir û me karîn tola wan jina rabikin. Ji bo wê em weke jinên Şengalê deyndarê Rêber APO ne, ji bo azadiya wî heta kêliya jiyana me çi ji destê me bê em ê bikin. Dîsa hêzên desthilat ji raman û fikrên Rêber APO ditirsin. Ji ber ku bi azadiya jinê re azadiya civakbûnê bingeh digire."

Sebîha Sebrî di dawiya axaftina xwe de, bal kişand ser tundiya li ser jinê jî û bang li hemû jinan kir: "Tundiya li ser jinê, girêdayî pergala mêrê kujer e. Pergala mêrê kujer çi mafekê nade jinê. Divê hemû jin li dijî vê pergalê bê navber di nava çalekiyan debe û tundiya li ser jinan, tundiya li ser civakbûnê ye. Kuştina jinan neçareserî ye, divê jin rabin ser xwe û vê bêmafiyê ji xwe re qebûl nekin."

Xezal Reşo jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û da zanîn li hemberî Rêberê mirovahiyê erkên exlaqî tên binpêkirin. Xezal Reşo diyar kir ku divê CPT demildest bi erka xwe rabe û wiha dom kir: "Ev bû 21 sal, tecrîda girankirî li ser Rêberê mirovahiyê birêz Ocalan tê pêkanîn. Bi êrişên dagirkeriya AKP’ê û MHP’ê ve her ku diçe tecrîda girangkirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan giran dibe. Tirseke mezin a Recep Teyîp Erdogan ji fikir û felsefeya birêz Ocalan heye. Ji ber cewherê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de, jina azad û civaka azad heye. Ji bo wê ewqas li ser polîtîkayên qirker û tinekirinê bi israr e.”

Xezal Reşo da zanîn çiqasê tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berdewam bike wê ewqasê dagirkerî jî berdewam bibe û rapora CPT ku bi raya giştî re agahî dayî têra maf û hiqûqa Ocalan nake û axaftinên xwe wiha dom kir: "Bêmafî û bêhiqûqiyeke pir mezin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê meşandin. Ev şermeke mezin e ji bo hiqûqa mafên mirovan, divê demildest CPT ji bo azadiya birêz Ocalan bikeve tevgerê û erkên xwe bi cih bîne. Polîtîkayên desthilatiya AKP û MHP’ê çi qasê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berdewam bike, gel û jinên azadiya xwe digerin wê ewqasê zêdetir li dora birêz Ocalan kom bibin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ketiye nava dilê hemû mirovahiya ku di şexsê bi rêz Ocalan de azadiya xwe dibînin û azadiya xwe digerin."

Xezal Reşo da zanîn piştî fermanê ew ji her alî ve weke jinên Êzidî û di nav sazî û meclîsên herêmî de cihê xwe digirin. Ji aliyê desthilatiya mêr ve gelek zehmetî û astengiyan re ku rû bi rû dimînin û herî dawî wiha bang jinan kir: "Mêr bi çi şêwazî mafê jinê nade. Divê jin bi xwe ji bo mafê xwe têkoşîn bike û mafê xwe bistine. Ji bo jina Êzidî jî têkoşîneke mezin divê ji bo azadiyê. Tûndî li ser jinê jî her ku diçe bi polîtîkayên tecrîdê û qirkirînê zêde bûye. Jinên ku xwe di fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de naskirî, wê bi çi awayî koletiyê qebûl nekin û wê li hemberî desthilatiya mêr jî serî netewînin."