Jinên Êzidî ji bo 3'ê Tebaxê banga çalakiyan kirin

Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê bi wesîleya salvegera 5'an a êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Şengalê bang kir, ku 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyan bê ragihandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê dema ku 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê kirin bi hezaran zarok, jin, mirovên sivîl qetil kirin. Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û di asta statuya koleyên zayendî de êşkence li wan hate kirin û hatin kuştin. Bi deh hezaran jinên Êzidî ku yek ji qirkirinên herî giran ên sedsala 21'ê li wan hate kirin ji aliyê şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG'ê ve di korîdora mirovî re hatin rizgarkirin.

Bi wesîleya salvegera 5'an a van êrîşan ku weke qirkirinê tên dîtin Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyan a li dijî Femînîsîdê ragihand. Li dijî Femînîsîdê ku tenê ji ber ku jin in tên kuştin, bang li jinan hemûyan hate kirin ku li gelemperiya dinyayê dakevin qadan. Hate ragihandin ku çalakî û xwepêşandanên 3'ê Tebaxê de wê balê bikişînin ser Şengalê.

Bi pêşengiya federasyonê wê 3'ê Tebaxê saet 11'an ji bo bîranîna jinên ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li Şengalê hatin qetilkirin û revandin deqeyekê rêzgirtin were kirin.

Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî bang li rêxistinên jinan û saziyên civakî yên sivîl kir ku çalakiyên hevpar pêk bînin. Federasyon wê bi rêya çalakiyan bixwaze ku di serî de trajediya jinên Êzidî dawî li kuştina jinan bê anîn.

Federasyonê ragihand ku Femînîsîd bi destê çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin û bi bîr xist, jinên Êzidî yên 3'ê Tebaxa 2014'an hatin revandin, di serî de firotina li bazara koleyan û destavêtin her şêwe kiryarên li dijî mirovahiyê li wan hatin kirin.