Jinan li Hollandayê li ber Dîwana Edaletê ya La Haye çalakî kirin

Jinên Kurdistanî yên li Hollandayê, ji bo xwedîderketina greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, çalakiyek lidarxistin.

Li bajarê La Haye ya Hollandayê jinên Kurdistanî, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto bikin, di çarçoveya kampanyaya “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na: Dem dema azadiyê ye” de çalakiyek lidarxistin.

Bi çalakiya li ber Dîwana Edaletê ya La Haye hatî lidarxistin de, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Piştî xwendina belavokan çalakî bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.

Li Hollandayê ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de, wê roja 30’ê Çileyê çalakî were lidar xistin.