Jin ji bo azadiyê bang dikin

Jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar de li dijî hejarî, dizîna kedê, tecrîd, desthilatdarî û şîddeta dewletê bang dikin.

Wekî her sal wê îsal jî jin di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Ev rewş li gorî bajaran diguhere. Wê li Stenbolê jin di 5’ê Adarê de saet di 18.00’an de li pêşiya Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê werin ba hev. Platforma Jinan a 8’ê Adarê îsal bi slogana ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ bang li jinan dike. Jin ji bo geşkirina têkoşînê, ji bo parastina Peymana Stenbolê, li dijî polîtîkayên li ser jinan û LGBTÎ+, li dijî qeyyûman, jibo piştgiriya grevên birçîbûnê û li dijî şîddeta mêran a ji DAÎŞ’ê heta rejîma Qesrê banga hevgirtinê dike.

Li ser navê Platforma Jinan a 8’ê Adarê Sevgî Ozlem Gulmez ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew ji bo berxwedanê bang li jinan dikin û got, “Bi pandemiyê re derket holê ku hemû bar kete ser milê jinan. Ji aliyekî ve bi pergala xebata ji dûr ve performanseke xurt ji jinan tê xwestin û ji aliyê din ve jî karê nav li ser milê jinan ma. Lê mêran ev tişt nekirin. Karê nav malê wekî karekî jinan hate dîtin. Ji ber vê em îsal em bang li jinên di nav malê de dikin.”

Gulmez diyar kir ku ji ber şewbê gelek kes ji karê xwe bûn û got,”Kargeha min jî ji meha Mijdarê ve hate girtin. A niha hemû cihên ku ez dikarim lê bixebitim girtî ne, ji ber ku ez aşpêj im. Di sektora xizmetê de gelek jin hene. Di sektora xwarin û vexwarinê de jî xwendekar û xebatkarên demdemî hene. Ji ber ku sîgorteya wan tune, van kesan ji dewletê jî nekarîn tiştekî bistînin.”

Sevgî Ozlem Gulmez diyar kir ku têkoşîna bi hev re bîrbûnek çêkiriye û got, “Îro gelek kes bi saya têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hay ji Peymana Stenbolê û 6284’ê dizane. Jin ji ku dera xwe biêşin, ji bo wî tiştî têdikoşin. Ez jineke xebatkareke sektora xizmetê mafên xwe diparêzim, jinên Kurd xwedî li greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê derdikevin. Jinên keda wan a di nav malê de nayê dîtin heqê xwe diparêzin. Em li dijî şîddeta mêran û desthilatdariyê bi hev re ne. Têkoşîna me li ser zemînekî hevpar digihêje hev û bi van daxwazan em dadikevin qadan. Li dijî hemû zextên destilatdariyê em dibêjin ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ û em bang li jinan dikin.”