Jin ên enternasyonalîst çalakî kirin

Jin ên enternasyonalîst bi rêya projektora dîmen li Frankfûrtê bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, jin ên enternasyonalîst li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî daketin qadan.

Jin danê êvarê li Bockenheîmer Warteyê li hev civiyan û bi pankart û projeksiyonê bal kişandin ser sûcê şer ên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan.

Çalakiya jinan bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Berxwedana Gerîla" bi dawî bû.