Jin ên ciwan ên enternasyonalîst nerazîbûn nîşanî Feaser a SPD'î dan

Jin ên ciwan ên enternasyonalîst ji bo şermezarkirina serdana Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Faeser a SPD'î ya ji bo Tirkiyeyê û hevdîtina bi wezîrê dagirker Suleyman Soylû çalakî lidar xistin.

Komek ji jin ên ciwan ên enternasyonalîst roja Yekşemê li ber buroya partiyê ya Frankfûrtê ya SPD'ê li hev kom bû û boyaxa sor lê reşand ku 'hevkariya bi xwîn' nîşan dide. Tê payin ku Faeser vê Duşemê dest bi serdana li Tirkiyeyê bike.

Çalakgeran her wiha nivîsa "SPD bi Erdogan re dest daye hev û li Kurdistanê komkujî tê kirin" li ser cam a buroya SPD'ê nivîsandin.

Komê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên şeva 19-20'ê Mijdarê yên li ser Rojava bi bîr xist. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîş û şerê faşîzma Tirk ê li dijî Kurdistanê li gel gelê Kurd her wiha li ser kêmneteweyên din jî gefeke."

Jin ên ciwan bang li SPD'ê kir ku helwesta xwe biguherîne û nerazîbûn nîşan dan ku di halê heyî de destên SDP'ê jî di nava xwînê de ye.