Ji Zarokên Êgir daxuyaniya meha Gulanê

Insîyatîva Zarokên Êgir bîlançoya Gulanê dan. Însîyatîvê ragihand fabrîka jî di nav de, gelek wesayit û kargeh hatine şewitandin.

Insîyatîva Zarokên Êgir di daxuyaniya xwe de ba kişande ser êrîşên dagirkeriya mêtinger a Tirk a li ser gorên gerîlayan, girtiyan wekîl, şaredar û siyasetmedarên Kurd û got, ''Me bi zimanê ku faşîzma Tirk fêhm bike bersiv da,me agirê azadiyê li kuna faşîstan vêxist. Me bersiv da polîsên ku bajarên Kurdistanê dişewitînin, kavil dikin, zimên qedexe dikin û destgîrkirina zarokan a çekê ji bo xwe marîfetekê dibînin, me bajarên van polîsan di nav agirê tolhildanê de hişt û bersiv da.''

Insîyatîvê bi  domdarî got, ''Li Efrînê û Serêkaniyê me di sefera we ya hevpar a DAÎŞ'ê de  dît ku tekane sebeba vîrûsa Tirkitiyê heye ew jî dijminatiya li Kurdan e. Insîyatîva Zarokên Êgir sond xwariye ku hesabê tiştên ku hatiye kirin bistîne, tişta ku kirine zêdetir bi serê wan bîne. Kuçeyên Kurdistanê bi hinceeta vîrûsa koronayê kirine zindan, bi vê jî nîşan didin ku ev pergala faşîst ji vîrûsê hê xirabtir e. Kurd dikarin bi her cure nexweşî û vîrûsê re bijîn lê ne pêkan e ku bikaribin bi Komara Tirkiyê re bijîn ku li ser Kurdan û welatê wan hovîtiyê dikin.''


Insîyatîvê her wiha got, ''Gelê me yê birûmet ku li metropolên Kurdistanê û Tirkiyê dijîn, aşkereye ku azadî bê têkoşîn, bê berdêl nabe. Tekana hêz ya ku wê vê têkoşîn û berxwedana bêhempa ku li ser vê xaka pîroz ev sed sal e didome, tevgera li dijî dijmin û tolhildan e. Ne em di dîrokê de têk çûn, ne jî niha em ê têk biçin, ne li Agirî, Dersim, Zîlanê em qediyan, qewîtiya egîdên ku ji bo welatê me yê bihiştî xwîna xwe rijandin, yên wan jinên li hendefan di dil û mêjiyê me de ye. Her kêlî, li her deerê em ê li dijî qirkirin, darvekirin,z indan û kolekirinê agirê azadiyê geş bikin, her gav û li her deverê ji çeteyên AKP-MHP'ê hesab bipirsin. Dem dema tolhiladanê ye.''

Hin deverên ku hatine şewitandin: 14 fabrîka, 5 depoyên malzemeyean, 3 kargeh, 10 wesayit, 9 Bankamatîk, 5 kamyon, 2 avahî, 1 gara trênê.