Ji Yekîtiya Hêza Demokratîk li Ewropayê banga çalakiya lezgîn

ADGB’ê ji bo piştgiriya gel yê li Tirkiyê hikumet vedixwîne îstîfayê banga lezgîn li yên li Ewropayê dijîn kir ku sibe li her derê bi dirûşmeya “Receb Tayyîp Erdogan îstîfa” çalakiyan bikin.

Gel li Tirkiyê ji ber daketina zêde ya nirxê lîreya Tirkî li hemberî pereyên biyanî daketina kolanan û Erdogan û AKP vexwendin îstîfayê. Yekîtiya Hêza Demokratîk li Ewropayê (ADGB) ji bo piştgiriyê bidin gelên li Tirkiyê banga çalakiya lezgîn ya bi dirûşmeya “Receb Tayyîp Erdogan îstîfa” kir.

Di bangewaziya ADGB’ê ku li ser navê Berdevkên Demê Huseyîn Ateş û Zeynep Çalişkan hate veşandin de îşaret bi krîza aborî ya li Tirkiyê ya her ku diçe kûr dibe hatiye kirin û sedema wê polîtîkayên ku hikumeta tekkesî ya niha li Tirkiyê sedest e hat nîşan dan. Her wiha behsa nerazîbûn û xwepêşandana gel yên îro li bajarê Stenbol û Enqerê bi dirûşmeya “Tayyîp îstîfa” hatinî lidarxistin jî hate kirin.

ADGB’ê ji bo sibe bang li her kesê yên li erdnîgariya Ewropa dijîn kir ku ji bo piştgiriyê bidin gelê li Tirkiyê îro daket kolanan kir ku li her derê bi dirûşmeya “Recep Tayyîp Erdogan îstîfa” lezgîn çalakiyan bikin û got, “Em li hemû qadan degê xwe bilind bikin, Erdogan vexwînin îstîfayê…”