Ji Viyanayê ji bo berxwedana topyekûn bang hate kirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdan tevî dostên xwe, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û ji bo berxwedana topyekûn bang kirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdan tevî dostên xwe, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û ji bo berxwedana topyekûn bang kirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser kampa Mexmûrê û Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li Karlsplatzê li hev civiyan û bi mîtîngê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk û hevkarên wê dan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, axaftin hate kirin û hate gotin, "Dewleta Tirk li pêşberî sekna dîrokî ya gerîla tarûmar bûye."
Qisekeran gotin, "Dewleta Tirk rêbazên şerê qirêj xistiye dewrê, çekên kîmyewî bi kar tîne, bi serkêşiya PDK û Barzanî êrişên dagirkeriyê dike. Pêşmergeyan didin pêş û bi vî rengî hewl didin di navbera Kurdan de şer derxînin."
Di mîtîngê de ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla banga berxwedana topyekûn hate kirin.