Ji plana krîzê ya YE'yê kîjan welat wê sûd werbigirin?

Pêşbîniya wê tê kirin YE ji bo têkoşîna dijî krîza ku Covîd-19 bûyî sedem bûdçeyeke zêde ya bi qasî 750 milyar Euroyî veqetîne.

Li gorî plana ku Komîssyona Yekîtiya Ewropayê (YE) endamên yekîtiyê bi qasî ziyana 
ku ji Covîd-19'ê gihayî wan wê bikaribin ji fonê sûd werbigrin. YE bi giştî plana bi 750 milyar Euroyî wê bi deynan bi dest bixe, welatên bi çarçoweya planê wê bikaribin serî li subvansiyoan û krêdiyan bidin. Ji vê beşê bi 500 milyar Euroyî wê li bûdçeya YE'ê were zêdekirin û bi rengê subvansiyonê ji welatan re were şandin.

Tê gotin Italya 82 milyar jê subvansiyaon bi qasî 172 milyar Euro,  Spanya 77 milyar jê subvansiyoan bi tevahî bi qasî 140 milyar Euro wê jê sûd werbigire.

Ji krêdiyan ya ku hesabê 250 milyar Euro dikin, wê 91 milyar jê hêla Italya, 63 milyar euro ji hêla Spanyayê ve were bikaranîn. Polonya wê 26 milyar Euroyî bi kar bîne. Lê ji bo welatên weke Elmanya û Fransayê hesabê krêdiyekê nayê kirin.

Ji bo plan derbas bibe divê 27 welatên yekîyiyê qebûl bikin. Li ser mijarê divê Hollanda, Danîmarka, Swêd, Ewistûrya werin qanihkirin.