Ji Londrayê ta Gallerê meşa dirêj
Ji bo salvegera Komploya 15'ê Sibatê ya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Londrayê ta Gallerê meşa dirêj dest pê kir. Meşa ku 10 kes tevlê bûyî wê li Newportê ya Gallarê bi dawî bibe.

Meşa ku bi pankarta, ''Em ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin, dimeşin'' îro ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Londrayê dest pê kir, wê 3 rojan bidome û çalakger wê 250 kîlometreyî bimeşin.
Meş wê li Newportê ya Gallarê bidawî bibe, ku Îmam Şîş ev 58 roj in li wir berxwedana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didomîne.