Ji KJK’ê pêngava ‘Parastina Jina azad û civakê’

Koordînasyona KJK’ê ragihand ku destekê didin pêngava KCK’ê û parelel bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinên, dema parastina jina azad û civakê ye’ dest bi pêngavekê kir. KJK’ê destnîşan kir ku wê her du pêngav hevdu bihêz bikin.

Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyek nivîskî belav kir diyar kir ku destekê didin pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dama azadiyê ye’, heman demê pêngavek nû ragihand. KJK’ê destnîşan kir ku wê her du pêngav bi hev re parelel û wê li ser esasê hev bihêz bikin birêve biçe, bang kir ku di çarçoveya herdu pêngavan de bi xurtî tevlî çalakî û xebatên bên kirin, bibin.

‘DI ROJÊN DÎROKÎ DE DIJÎN’

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Di warê azadiya jin û gelê xwe de em di rojên dîrokî de dijîn. Sîstema modernîteya kapitalîst ji ber krîz û aloziyên di nava xwe de dijî, di nava hewldanên nû yên mêtingerî û serweriya li ser qadên nû de ne. Di vî warî de ji bo serweriya xwe ya li ber sînorê hilweşînê ku hew dikarin li ser mirovan bidomînin, di sedsala 21’an de li dijî gel û jinana rejîma şer ava dike û bi vê dixwaze xwe li ser lingan bigire. Sîstema kapitalîst a gerdûnî ji bo rastiya jinê vegerînin modela kolekirina modern êrîşên xwe didomînin, li dijî vê jî ji her demê cudatir ji rastiya berxwedanê ya jinê ya gerdûnî, gihiştiye asta çareseriyê, têkoşîna xwe bilind dike. Bûyerên rû didin carekî din rastiya Rêbertiya me ya gotina wê sedsala 21’an bibe sedsala jinê piştrast dike.

Li gel vê Kurdistan bûye qadekî ya şer ku hemû hêzên cîhanê têde cih digirin, tim bûye qadek ya şerê kêmenetewan û doman diye.Krîzên sîstemî yên cîhan û çareseriya wê, li dorî erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye yek. Desthilat û dewlet pirsgirêkên herî giran ên civakî li ser milê jinan kiriye, her wiha di demê modernîteya kapitalîst de jî li ser vê erdnîgariyê êrîşên hovane li ser jinê hatiye kirin. Li dijî vê jinên Kurd li ser xeta jina azad bi hêza ku ji çanda jinê ya qedîm a Rojhilata Navîn girtî,  gihiştiye wê astê ku herikîna mirovahiyê bandor bike. Li Rojhilata Navîn di serî de berxwedan jinên Ereb, Faris û Tirk têkoşîna jinên Kurd tu jin nîne ku kelecanî nekiribe.

‘WÊ BERXWEDANA JINA KURD FAŞÎZMÊ BIN ERDÊ BIXE’

Têkoşîna jina azad a Kurdistanê herî zêde sîstema zayendparêz-miletger a TC’ê avakirî jihevxistiye. Li dijî polîtîkayên qirker û mêtinger ên îmha û înkarê jinên Kurd bi berxwedanekî pir rengî li ber rabûye. Ji bo vê dewleta TC bi polîtîkayên qirkirina Kurdan jina Kurd kiriye hedef. TC herî zêde polîtîkayên qirkirin, şerê taybet, asîmlasyon û mêtingerî li ser jinê birêvebiriye. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya yek ji xeleka vê ye, ev polîtîka hê kûrtir, bi bandortir û belav bike, hemû derfetên xwe seferber kiriye. Her jina xwe azad dike, têdikoşe û di xwebûnê de israr dike, ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê aliyê herî xeternak tê dîtin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku bi plana çokdanînê ya 2014’an ve li ser bingehê polîtîkayên şerê taybet ên li ser jina Kurd, heman rastî heye. Ji bo vê ji aliyê hemû hêzên ewlekariyê, çawîşên pispor, leşker, erkdarên MÎT’ê bi awayekî sîtematîk bi plan tecawîzê dikin, li cihên tarîkat û mîna dibistanê jinên Kurd û ciwaan ji bo tine bikin tên girtina dest. Aliyên bizanabûn û berxwedêr digirin davêjin zindanan. Êrîşên li dijî jina Kurd ên faşîzma dewleta Tirk ji ber hestê azadiyê ditirsin. Bê guman ev tirs têr nake. Çawa ku di dîrokê de berxwedan û potansiyela jinên Kurd bi rola xwe rabûne, di roja îro de jî wê faşîzma AKP-MHP’ê li erdê bide. Xeta jina azad wê siberoja azad a Kurd pêk bîne.

'EM DESTEKEKÊ DIDIN PÊNGAVA KCK'Ê'

KJK'ê bi domdarî bal kişande ser pêngava ku KCK'ê dayî destpêkirin got, ''qonaxeke dîrokî ye'' û bi vê pêngavê re têkoşîna dijî dagirkeriyê ya li Kurdistanê ku gelê Kurdistanê dide 'ketiye qonaxeke nû''. KJK'ê diyar kir ev pêngava ku dest pê kiriye, heta ku encamê bigire wê bidome û got,''Azadiya Rêber Apo, bidawîbûna mêtingeriya li her çar parçeyên Kurdistanê yên dagirbûyî, avakirina jiyana azad tê armanckirin'' û got, ''wê bibe pêngava serfiraziyê ku hebûna Kurdan bi jiyana azad tacîdar dike.''

KJK'ê bi domdarî got,''Gelê Kurd û jin, hêzên demokrasiyê û azadiyê yên li Rojhilata Naîn bi hev re wê li dijî faşîzmê rawestin û faşîzmê hilweşînin. Bi vî bingehî em KJK pêngava ku KCK'ê dayî destpêkirin destek dikin. Bang li hemû jinên Kurd, rêxistininan dikin ku bi rengekî çalak û pêşeng tevlî pêngavê bibin. Ne tenê jinên Kurd, hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê jî, em bangli wan dikin ku bi rengekî xurt û karîger tevlê pêngavê bibin.''

'LI DJÎ QIRKRINA JINÊ DEMA PARASTINA JINA AZAD Û CIVAKA AZAD E'

KJK'ê got rojeva pêşî ya çalakiyên tevgera jinên Kurd wê rakirina tecrîd û pergala êşkenceya li Imraliyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be, bal kişande ser paradîgmaya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir paradîgmaya ku Ocalan daniye holê bûye kana îlhamê ya hemû hêzên azadîxwaz, jinan, gelê Kurd û bûye ya gelan û diyar kir bi dirûşmeya ''Li Dijî Qirkirina Jniê Dema Parastina Jina Azad û Civakê ye'' plansaziya kampanyayê kirine.

KJK'ê êrîşên li ser jinên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Roajva bi bîr xist, diyar kir, li ser jinên Kurd 'polîtîkayên qirkirina jinê' hene û got, ''Bi vê pêngavê re ya ku me dest pê kiriye, em ê van polîtÎkayan pûç bikin, duh me çawa qebûl nekiribe, ji niha û pê de jî em ê jiyana bi koledarî qebûl nekin. Bi vê çarçoweyê jinên Kurd hem wê bi rengekî çalak pêşengiya wê pêngavê bikin ku KCK'ê daye destpêkirin û hem jî bi çarçoweya pirsgirêkên jinan, li her çar parçeyê Kurdistanê, li derveyî welat, pirsgirêkên azadiya jinê bikin rojev û bi çarçoweya, dirûşmeya, ''Li Dijî Qirkirina Jinêê Dema Parastina Jina Azad û Civakê ye'' xebatên xwe bidomînin.''

BANGA TEVLÊBÛNA ÇALAK

KJK'ê her wiha got pêngava KCK'ê û kampanyaya KJK'ê bi nêzîkatiyeke ku hev xurt dikin, dibin yek, wê hev xurt bikin û mezin bikin.

KJK'ê got, ''Bi vê çarçoweyê em careke dî bang li hemû jinan, gelê xwe, dostên xwe dikin ku bi rengekî çalak tevlî xebat, çalakiyan bibin ku bi dirûşmeya ''Li Dijî Qirkirina Jinê Dema Parastina Jina Azad û Civakê ye'' bibin ku paralelî pêngava KCK'ê, ''Ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re bes e, dema bicihanîna azadiyê'' wê bêne kirin.'