Ji Hanaû heta Strasboûrgê wê Sibatê ji bo Ocalan bimeşin-NÛ BÛ

Di meha Sibatê de wê ji Hanaû heta Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek dirêj destpê bike. Komîteya Çalakiya Navneteweyî ya Ocalan têkildarî rewşa dawî ya çalakiyê agahî da.

Wê di meha Sibatê de ji Hanaû heta Strasboûrgê bi dirûşma ‘Meşa Dirêj Ji Bo Abdullah Ocalan’ meşek bê lidarxistin. Komîteyê têkildarî rewşa dawî ya çalakiya xwe daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Komîteya Çalakiyê wiha ye:

“Em ê meşa xwe ya dirêj ya sala 2021'ê bin navê "Ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê Re Na; Dema Azadiyê Ye!“ pêk bînin. Ji 5‘ê Sibatê heya 13‘ê em bi vî ruhê mil bi mil bi ciwanên Kurdan re bimeşin û daxwaza xwe ya azadiya serokatî bînin ziman.

‘ÇARESERÎ BI OCALAN PÊKAN E’

Tecrîd ku li Îmralî dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, sûcekî dijî mafên mirovahî ye û heman demê xwedan pêngavekî dûr û dirêj a siyasiyê ye. Abdullah Ocalan hem wekî afirînerê tevgera azadî, hem jî wekî serokê netewa demokratîk a gelê Kurdan tê dîtin û qebûl kirin. Li tevahî Kurdistan û Tirkiyê mirov dizanin ku çareseriyekî polîtîk, çareseriyekî aştîxwaz ji bo krîza ku em anha têde ne, tene bi nîqaşên bi Rêberê Gelê Kurd rê pêkan e. Her pêkhateya hikûmeta Tirkiyê ji sala 1999’an heta niha ve, vê rastiyê dîtin û hevdîtinin bi Abdullah Ocalan pêk anîn, lê belê heta sala 2010’ê ti hikûmetekî bi awayekî fermî ew na dabû ragihandinê.

‘ABDULLAH OCALAN LI CÎHANÊ BÛYE MÎNAKEKÎ YA ŞOREŞGERTIYÊ; JI BO WÊ AZADIYA WÎ DIVÊ XALA ESASÎ BE’

Abdulla Ocalan, heman demê, hem weke nivîskar, hem jî weke siyasetmender ji bo milyonan mirovan, ne tenê li Kurdistan, lê belê li tevahî cîhanê bûye mînakekî ya şoreşgertî. Ocalan yek ji wan girtiyên siyasî ye di dema niha de ye ku herî zêde tê nas kirin. Niha, piştre ku nêzikî 22 sal in tecrîd li Îmraliyê heye, hewceya azadiya wî ya fizikî ji her demê zêdetir e. Rewşa krîza Rojhilata Navîn nîşan dide ku bê azadiya Abdullah Ocalan êdî berdawamî û çareserî nîne. Divê azadiya Abdullah Ocalan ji niha şûnve bibe xala esasî.

MEŞ WÊ LI GORÎ ŞERTÊN ŞEWBÊ BÊN KIRIN

Bi çalakvanên ji Spanya, Portugîs, Elmanya, Kataloniya, Çekiya... em ê vê salê li Elmanya bimeşin. Ji ber tenduristiya tevahî meşvanan, em ê li gorî rewşa vê nexweşiya Corona amadekariyên bikin, ji bo ku her kes bê xeterî bikaribe tevlî bibe.

BANGA TEVLÎBÛNÊ

Meş roja Înê 5'ê sibatê li Marktplatz a Hanau wê bi mîtîngekê destpê bike. Meşvan dikarin roja 4'ê mehê jî were. Ji bo hê zêdetir agahî hûn dikarin bi me re bikevin li ser vê navnîşanê [email protected] bikevin têkiliyê.

Em dîsa jî banga li her kesî ku di piştgiriya gelê Kurd û tekoşîna gelê Kurd de ye dikin ku tevlî meşa me ya dirêj ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin. Her kes ku dixwaze xwe qeyd bike dikar bi vê navnîşanê [email protected] peyamek ji me re bişîne. Em li benda we ne û hêvî dikin, em ê hev dema meşê bibînin!

Bijî serok Apo!

Bê serok jiyan nabe!"

Komên ku bi awayekî fermî piştgirî didin Meşa Dirêj a 2021'ê ev in:

Naturfreunde Sachsen-Anhalt e.V., Antifaschistische Aktion Lüneburg/Uelzen, AFK Hannover

(autonomes feministisches Kollektiv), Boston Food not Bombs, Grüne Jugend Hamburg, FAU

Leipzig, Freundeskreis „Ernst Thälmann“ e. V. Ziegenhals-Berlin, Gruppe KAZ - Fraktion

„Ausrichtung Kommunismus“, Linke SDS Berlin, Basta! Basel, Antifaschistische Initiative

Heidelberg, ökologisch-radikal-links FFM, Philly ABC (Anarchist Black Cross Philadelphia), Rote

Hilfe Berlin, Rote Hilfe Freiburg, KOMintern (Kommunistische Gewerkschaftsinitiative

International Wien), URA Dresden (undogmatisch radikale Antifa), Zucker im Tank, solidarische

Jugendbewegung Berlin, Enviros against War, OM 10 Göttingen, Ya Basta! - Netzwerk, AG

Ventana Al Sur, Gruppo Diffuso, Revolutionary Communist Group, System Change Not Climate

Change, Ende Gelände, Pankahyttn Wien, Femtopie Duisburg, linksjugend solid, die Falken

Rheinland-Pfalz, Partei der Arbeit Genf, LINKE ökologische Plattform, Kreisverbände der LINKEaus: Lörrach, Chemnitz, Neumünster, Nürnberg-Fürth, Bremerhaven, Steglitz-Zehlendorf, Berlin Friedrichshain-Kreuzberg, Wandsbek, Oberhausen, Unna, Bielefeld, folgende Einzelpersonen: Manfred Wolter (LINKE Betzdorf), Klaus Peters (LINKE Nordfriesland), Nicole Gohlke (die Linke

im Bundestag), Andreas Klamm (die Linke Rheinland-Pfalz)