Ji Hambûrgê peyama ‘Zap wê bibe goristan ji artêşa Tirk a dagirker re’

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Parastina Medyayê, li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Protestoyên êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li Herêmên Parastina Medyayê didome. Li bajarê Hambûrg a Elmanyê jî bi çalakiyekê êrîş hate protestokirin.

Elman jî tevlî çalakiya Kurdistaniyan a ku li ber Rote Flora ya li semta Sternschanze ya li Hambûrgê hat lidarxistin bûn.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan hatî destpêkirin de, aktivîst û nivîskara jin Anja Flach êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk şermezar kir û berxwedana gerila silav kir.

Flach got, “Hêzên emperyalîst êrîşên hewayî bê alî nake” û diyar kir ku gelê Kurdistan û gerîlayên wê di her şertî de li ber xwe bide.

Di çalakiyê de aktîvîsta Tevgera Ciwanên Şoreger axaftinek kir. Aktîvîst diyar kir ku pêwîst e ciwanên Kurd ji her demê zêdetir li dijî dagirkeriyê di nava têkoşînê de bin.

Di çalakiyê de li ser hev dirûşmeyên “Bijî berxwedana Metîna” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Li Rote Flora ya ku çalakî hatî kirin wêneyê Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Şehîd Sînan Dêrsim û alên PKK’ê hate daliqandin.

Di dawiya çalakiyê de bi pêşandana guleyên hewayî berxwedana gerîla hate silavkirin.