Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê peyama pîrozbahiyê

Fermandariya Biryargeha YJA STAR; ji ber çalakiyên serkeftî li dar xistine hemû fermandar û şervanên YJA STAR’ê yên li Qadên Berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metînayê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê ragihand, “Em hêza xwe ya jinê ku di qonaxeke gelekî girîng û krîtîk a dîroka têkoşîna me de ji bo ku pêşeroja gelê Kurd li ser esasê nasnameya xwe ya azad misoger bike, li dijî êrîşên dewleta Tirk ku amûra herî faşîst a dewletên hegemonîk e, li ber xwe dide silav dikin. Bi vê baweriya ku pêşengiya jinê wê azadî û serketinê ji Kurdistan û Rojhilata Navîn re bîne, em îradeya xwe ya teqez a serkeftinê diyar dikin.”

DI ŞER DE SERKETIN DI JIYANÊ DE AZADÎ

Di daxuyaniya YJA Starê de wiha hat gotin:

“Ji 14’ê Nîsanê û vir ve hêzên me yên YJA STAR’ê yên di serî de li Zap, Avaşîn û Metîna, li hemû qadên gerîla li dijî her cure êrîşên bêexlaqî yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya NATO piştgiriya wê dike, berxwedaneke mezin nîşan didin, vîna azad ya bi navê pêşeroja jin û mirovahiyê di şexsê pêkhateya me de şênber bûye. Hişmendiya rêhevaltiya Rêbertî-Jin îradeyeke mezin a azadiyê, helwesta welatparêziyê, dilsoziya mezin a bi nirxan û baweriya bi serketinê re derxistiye holê û li ser vê bingehê asteke mezin a têkoşînê hatiye bidestxistin. Ev asta ku di şexsê jinên Kurd de derketiye holê bêguman keda Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê, her nefesa ku hêzên me yên YJA STAR’ê distînin, her gava ku li ser esasê prensîba ‘Di şer de serketin, di jiyanê de azadî’ diavêjin, biryardarî û îdiaya ku bi hêjayî û rûmeta xwe rast vê astê temsîl dike û ber bi serketinê ve dibe, hewldanek ji bo rêhevaltiyê ya bi Rêber Apo ye. Çawa ku bi dirêjahiya dîroka me ya têkoşînê pêşengiya jinê ya di şer de bû sedema geşedanên şoreşgerî yên li ser bingeha azadiya jinê, ji bo gelê me yê hebûna xwe ji nû ve bidest xistî gihand serketinên mezin, ev pêşengî di vê pêvajoya krîtîk ya ku qirkirin li ser jin û gelê me tê ferzkirin de; wê bi awayekî herî xurt şervantiya ku qet serî natewîne û wê xakên me bigihînin serketinê nîşan bidin. Li ser vê bingehê em çalakiya hêzên me yên YJA STAR’ê ya roja 3’ê Tebaxê ya li Girê FM’ê ku helîkoptereke bi tîpa Atak xistin xwarç û çalakiyên sûîqestê yên bi bandor ên YJA STAR’ê yên di heman rojê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê pêk anîn silav dikin, her wiha sekna têkoşînî ya pêkhateya fermandar û milîtanên me yên YJA STAR’ê ku li van qadên berxwedanê temsîl dikin, bi serbilindî hembêz dikin û silav dikin.

Li hemberî êrîşên faşîst ên ji 14’ê Nîsanê û vir ve hêzên me yên li Qadên Berxwedanê yên Karker, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û Avaşîn bi çalakiyên xwe yên bi bandor berxwedaneke bênavber nîşan dane û bûne kabûsa artêşa Tirk a faşîst a ku wêriya lingê xwe deyne ser axa me. Di heman pêvajoyên berxwedanê de hêzên me yên jin ên Xakurkê jî bi hewldan û çalakiyên xwe yên girîng di nava helwesta hesab pirsîna ji faşîzmê de bûne. Di 1’ê Tebaxê de hêzên me yên YJA STAR’ê yên li Geverê, bi çalakiya sabotajê ya li herêma Şemzînanê, bi cezakirina hêzên artêşa faşîst û kontrayên ku meaşên qirêj distînin, bûn îfadeya bi bandor a parastina rûmeta azadiya van xakan.

Hêzên me yên YJA STAR’ê ku li hemberî êrîşên faşîst yên dikevin meha xwe ya 4’an, berxwedaneke mezin nîşan didin, çalakiyên bi bandor pêş xistin, bi taybet taktîka sûîqestê bi xurtî bikar anîn û di vê wateyê de her tim li hêzên çeteyên faşîst xistin û dijmin ji aliyê psîkolojîk ve têk birin. Ligel ku em hemû hewldanên li ser vê bingehê hatine pêşxistin watedar û bi nirx dibînin, ji bo ku faşîzma li ser xaka me, îxaneta ku mîna penceşêrekê bi dilê gelê me ve zeliqiye, hevkarî û nokertiyê bigirin û biavêjin, pêwîstî bi tevlîbûneke hîn afirîner û bi bandor heye. Bi qasê cezakirina her faşîstê ku lingê xwe datîne ser vê axê, heta bêbandorkirina zîhniyet û helwesta hevkar a nexweş ku hebûna jinan, gelê me û welatê me ji dijmin re pêşkêş dike û bawer dike ku bi têkbirina yên nûnertiya rûmetê dikin wê bikare bijî; em ê bi dilsoziyeke mezin nûnertiya rêhevaltiya Rêbertî-Jin bikin, mînakên vê yên herî bê hempa nîşan bidin. Di vî warî de em bawer dikin ku pêkhateya fermandar û şervanên me yên YJA STAR’ê wê bi vê berpirsyariyê tevbigerin û di qonaxa herî krîtîk a dîroka me de wê hêza ku diyarkerê demê ye nîşan bide; bi pêkanîna prensîba ‘Di şer de serketin, di jiyanê de azadî’ re wê bi biryardariya ku Rêber Apo bigihîje pêşeroja azad, bibe hêza herî mezin a hesab pirsînê ya di dîrokê de. Pêkhateya me ya fermandar û şervan ên YJA STAR’ê yên li hemû qadên berxwedanê, di nava şert û mercên awarte de li ber xwe didin û li ser vê bingehê vîneke îradî nîşan dide. Divê ev helwest li dijî hêzên faşîst û çete ku lûtkeya serdestiya mêr e û êrîşî xaka me dike, veguhere hêzeke lêdanê û bi taktîkên afirîner û şêwazên çalakiyê yên berhemên biryardarî û aqilê jinê ne ji her nefesa ku faşîst li ser xaka me distînin hesab bê pirsîn.

Qada ku niha şer lê giran e, herêma herî stratejîk a ‘Kevana Zêrîn’ e, ku bi bereketa civaka xwezayî ya ku azadiyê li ser esasê pêşengiya jinê weke taybetmendiyeke civakî nas dike, hildigire û diparêze, cihê xwe di dîrokê de girtiye ye. Zagros warên Xwedawendan e. Di vê wateyê de ew cihên ku rûmet, cesaret û azadî tê de cih digirin û mirovatî pê watedar dibe. Hêzên çete yên faşîst ku bi tirsonekî êrîş dikin û xwe li pişt balafir û bombeyan vedişêrin, li ser navê çanda serdestiya mêr a 5000 salî ya ku cîhan aniye asta ku jiyan lê nabe, êrîşî vê rastiya ku li van xakan ji aliyê tevgera Apoyî ve hatiye vejandin û ji nû ve derketiye holê dike. Di vê wateyê de diyar e ku şerê ku berdewam dike ji ber sedemên îdeolojîk êrîşeke li dijî Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk a ku di nava xwe de nirxên çanda xwedawend temsîl dike tê kirin. Ev berxwedana ku em weke bi giştî tevgera Apoyî û bi taybetî hêzên YJA STAR’ê pêş dixin, di heman demê de tê wateya hesabpirsîna dîrokî, dîsa dîrok şahidiya şerê du aliyên dijber li heman cihî dike. Bi zanebûna vê rastiyê erka me ya dîrokî ye ku em li ser navê pêşeroja jin û gelên Zagros, texta zêrîn a Xwedawendan, ji hêzên serdest ên mêr hesab bipirsin û bi ser bikevin. Cewhera şerê ku niha li dijî koma faşîst-qirker-jinkuj tê meşandin ev e.

EM Ê BI XURTÎ BEŞDAR BIBIN, EM Ê BI XURTÎ BI SER BIKEVIN

Em 15’ê Tebaxê salvegereke din a Vejînê pêşwazî dikin, weke pêkhateya fermandar û şervan a YJA STAR’ê, em ê nirxên mezin ên azadiyê ku di tevahiya dîroka me ya têkoşînê de hatine afirandin bi rêxistin bikin, beşdar bibin û bi ser bikevin. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku her hevalek me heta bi tayên porê xwe bi birêxistinkirina xwe ya herî bi îrade û bi bandor, bi komkirina ezmûnên ku di dîroka me ya artêşbûna jinê de hatine bidestxistin, wê xwe bigihînin pîvanên tevlîbûna Zîlanî û wê di bin her şert û mercî de bi hêvî û baweriya serketinê tevlê bibin, em dizanin ku ev berpirsyariya me ya dîrokî ye. Em weke jinên ku xwe gihandî şansê tesbîtkirina dîrokê û amûrên serxistina wê, xwe bextewer dibînin û bi zanabûna ku ev yek bi saya hezkirin, piştgirî û rêhevaltiya bê dawî ya Rêber Apo pêşketiye, em ê xwedî li vê şansê dekevin û bi rengekî hêja pêdiviyên wê bi cih bînin û ji bo vê yekê çi pêwîst be emê bikin. Şehîdên me yên mezin ên ji bo vê yekê canê xwe feda kirine, ji xwe bi can û şehadeta xwe ya ku divê bê kirin, şênber kirine. Bi helwesta fêrbûn û nûnertîkirina şehîdên xwe yên fêrker û rê nîşander ên mezin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din pêkhateya xwe ya fermandar û şervan ku bi vê zanabûn û biryardariyê tevdigerin silav û pîroz dikin û li ser esasê serketina teqez ji wan re berdewamiya serketinê dixwazin.”