'Dewleta Tirk hewl dide demografiya navçeyên çiyayî yên Kurdistanê biguherîne'

Dewleta Tirk a dagirker ji Til Rifat bigre heya herêma Hacî Omran gelê sivîl bombebaran dike. Çavdêrên siyasî dibêjin: "Hewldaneke ji bo guhertina demografiyaya navçeyê."

Ev demeke ku dewleta Tirk bi zanebûn herêmên sivîl ên li ser sînor ji Til Rifat a Rojavayê Kurdistanê bigre heya digihîje herêmên Garê, Metîna û herêma Hacî Omran bombebaran dike.

HPG’ê doh daxuyaniyek da û tê de bal kişand li ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyên sivîl wate ji Til Rifatê bigre heya Berde Sor, Garê, Metîna û Hacî Omran. HPG dibêje: "Dewleta Tirk a dagirker li beramberî doza rewa ya maf û azadiyê ya gelê Kurd bê çare maye û bi hemû kiryarên xwe yên qirker nikare serê gelê Kurd bitewîne, lewma bi rengekî dîn û harbûyî êrîşî gelê Kurd ê sivîl dike."

DIXWAZIN GEL Û GERÎLA JI HEV QUT BIKIN

Di wê derbarê de Rojnamevan Hêmin Mame ji ANF'ê re axivî. Mame bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê sivîl û got: "Tirkiyeyê bi bombebarana wan navçeyan dixwaze ji welatiyan re bêje ku ji ber hebûna PKK’ê hûn tên bombekirin û dibin qurbanî, her wiha dixwaze gel li dijî PKK’ê sor bike. Lê di rastiyê de Tirkiye dijminê hemû Kurdan e û mijar ne PKK ye."

Mame di dewama axaftina xwe de da zanîn ku armanceke din a dewleta Tirk a ji wan bombebaranan ew e ku gelê navçeyê heya bihara îsal gundên xwe biterikînin da ku dewleta Tirk û PDK baregehên leşkerî tê de ava bikin û bi rihetî li ser xaka Kurdistanê tev bigere.

HEWLDANEKE JI BO GUHERTINA DEMORAFIYA NAVÇEYÊ

Di heman demê de Şîrovekarê Siyasî yê Rojhilata Navîn Niyaz Hamîd jî derbarê heman mijarê de ji ajansa me re axivî. Hamîd ragihand: "Bombebaranên dewleta Tirk a li ser navçeyên sivîl ên li ser sînor, ji Til Rifatê bigre heya Hacî Omran çend sedemên xwe hene. Dewleta Tirk bi alîkariya çeteyên xwe yên Sûrî û çeteyên PDK’ê ve dixwaze wan navçeyan ku sivîlin vala bike, gerîla û şervanan bê piştevaniya gelê sivîl bihêlin. Di heman demê de hewl dide wan navçeyên sivîl vala bike û malbatên çeteyên DAÎŞ, Cebhet El Nusre û çeteyên Sûrî yên girêdayî xwe li wê derê li ser mal û milkê Kurdan bi cih bike, wate demografiyaya herêmê biguherîne. PDK û Tirkiye bi bombebarankirina wan navçeyan dixwazin navbera gelê welatparêz û gerîla têk bidin, dewleta Tirk bombe bike û welatiyên sivîl şehîd bike, PDK jî bêje 'ku sûcê PKK’ê ye, ji ber hebûna PKK’ê ya li herêmê ye ku dewleta Tirk bombebaran dike'."