Ji Dayika Arîfa ya Efrînî 'Efrîn': Pirtûka 'Ji Bihiştê ber bi Dojehê ve'

Arîfe Bekir a bi pirtûka bi navê ''Efrîn: Ji Bihiştê ber bi Dojehê ev' zilma gelê Kurd a li Efrînê ya dema rejîma BAAS, guherîna li Efrînê ya bi Rêveberiya Xweser ve û rewşa bajêr a bi dagirkeriya Tirk re vedibêje.

Arîfe Bekir, dayikek Kurd a Efrînî ye. Çîrokeke wê ya jiyanê ya dirêj û zehmet heye. Ji hêla hêzên rejîma Sûriyê ve tê girtin û gelek êşkence lê tê kirin. Sala 2018'an jî ji ber tevgera dagirker a Tirk a li ser Efrînê bêgav dimîne ku şûnwarê xwe berde. Serhatiya xwe, tişta ku li Efrînî dîtî bi pirtûka xwe ya bi navê ''Efrîn: Ji Bihiştê ber bi Dojehê ve'' ku sala 2020'an nivîsî, vedibêje.

Pirtûk ji 116 rûplena pêk tê û destpêkê behsa dîro kû cografyaya Efrînê dike, piştre serhatiya Kurdên Efrînê ya dema rejîma Baas vedibêje, di pirtûkê de her wiha beşek jê behsa wan siyasetmedar û nivîskaran dike ku ji hêla rejîmê ve hatine girtin. Nivîskar di pirtûkê de behsa girtina xwe jî dike, behsa êşkenceya ku lê hatî kirin.

Nivîskar wiha dibêje: ''Ragihandina Rêveberiya Xweser li Efrînê serdeme nû da destpêkirin. Xweseriyê çawa bandor li ser Efrînê kir, bi xweseriyê re ew beş heye ku Efrîn çawa bûye bihişt. Dewleta Tirk ku çavê wê lê bar nebû ku Efrîn bûyî bihişt, 2018'an êrîş anî ser bajarê me. Li dijî dagirkeriyê min cih da berxwedana dîrokî ya ku 58 rojan dom kirî.  Her wiha bi êrîşên dagirker ên dewleta Tirk re, binpêkirina mafan tişta ku gelê Efrînê kirî, berxwedana şervanên YPG-YPJ'ê berxweana Şehîd Karker û Avesta min vegot. Ji bilî van gelek çîrok û bîranîn hene. Gelek êşên giran hene û min behsê kir bê ka kengî hatine jiyîn. Kesên ku di êrîşên Tirk de bûne mexdûr bi wan re axivîm, min roportaj bi wan re kir û bandor li ser min kirin.''

Nivîskara pirtûkê diyar dike ji dagirkeriya li ser Efrînê û wir ve ji bo ku bikaribe pirtûkê binivîse gelek zor û zehmetî dîtiye, pir zor bûye ku êşên li Efrînê vebêje lê heval û hogirên wê ji bo ku pirtûke binivisînê tim ew teşwîq kirine. Nivîskar got, ''Divê hemû cihan zanibe bê ka li Efrînê çi bûye. Divê binpêrinên dewleta Tirk ên li Efrînê ji hêla her kesî ve bêne zanîn. Piştî 2 salan min biryar li ser a ku pirtûkê binivisim. Sala 2020'an min dest bi nivîsandinê kir.''

Nivîskar bi berdewamî diyar dike dema ku wê pirtûk nivîsandiye pir êşiyaye ji ber ku her rûpelek êş û çîrokeke xwe heye li wir jiyaye ew hîs kirine. Nivîskar got, ''Bi gelê Efrînê re em eynî êşan jiyan. Min xwest êşên gel binivisim û bi her kesî bidim bihîstin. Gelê Kurd ji berê ve ji ber zilma dewleta Tirk pir êş kişand. Lê piraniya van nayê nivîsandin nayên belgekirin derbasî dîrokê nabin. Nexasim jin pir kêm dinivisin. Ez a jin, min biryar li ser da ku êşa gelê xwe bibêjim û binivisim. Bila hemû gelên cîhanê zanibin ku ji dîrokê û wir ve gelê Kurd çi dîtiye. Gelek caran Kurd hatine qirkirin. Herî dawî li Efrîn, Şengal, Girê Spî û Serêkeniyê gelek êş hatin jiyîn. Min xwest tiştên ku li bajarên me bûyîn binivisim.''

Pirtûk bi Erebî hatiye nivîsîn, li ser vê nivîskar dibêje, ''Min bi Kurdî nenivîsî. Ji ber ku desthilat û dewletan ti caran nehiştin ku em bi zimanê xw bixwînin, tim asteng kirin. Min li dibistanên Erebî xwend û ji ber vê min bi Erebî nivîsî. Ez ê pirtûkê li Kurdî, Ingilizî û zimanên din jî wergerînim. Armanca min ew e ku êşa gelê xwe, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bigihînim raya giştî ya cîhanê.''