Ji bo şoreşgerên li Elmanyayê hatine girtin banga ‘azadiyê’ hate kirin
Gelek sazî û rêxistinan ji bo 3 şoreşgerên ku li Elmanyayê ji doza TKP/ML’ê ji nû ve hatine girtin, daxwaza azadiya wan kirin.
Gelek sazî û rêxistinan ji bo 3 şoreşgerên ku li Elmanyayê ji doza TKP/ML’ê ji nû ve hatine girtin, daxwaza azadiya wan kirin.
Saziyên şoreşger-demokrat ji bo 3 şoreşgerên ku li Elmanyayê ji doza TKP/ML’ê hatine girtin daxuyaniyek hevpar dan.
Daxuyanî bi sernavê “ji bo Dr. Banû Buyukavci, Dr. Sînan Aydin, Samî Solmaz û hemû girtiyên polîtîk azadî” hate weşandin û ev tişt hatin gotin;
“Di dîroka 15’ê Nîsana 2015’an de, bi hevkariya dewleta Elman û dewleta Tirkiyeyê bi operasyonekî navnetewî ku navenda wê Elmanyayê 10 şoreşger bi îdîaya endamên TKM/ML’ê ne bi awayekî bê hiqûqî û antî-demokratîk hatin girtin.
Ji Hezîrana 2016’an û vir li Dadgeha Bilind a Eyaleta Munihê 10 şoreşger tên darizandin û ji vana 8 şoreşger bi tevlîbûna dozên pêkhatine bi şert tehliyebûn. Denîz Pektaş û Muslim Elma hê jî girtî têne darizandin.
Lê dewleta Elman bi destê dozgeriya federal û dadgehê êrîşek nû pêk anî. Piştî berdanê Dr. Banû Buyukavci, Dr. Sînan Aydin û Samî Solmaz 25’ê Hezîranê beşdarî rûniştina dozê bûn û li salona dozê ji aliyê heyeta dadgehê ve dîsan hatine girtin.”
‘EM LI CEM ŞOREŞGERAN IN’
Daxuyanî wiha didome; “Em êrîşa li dijî şoreşgeran bi tundî şermezar dikin. Em radihînin ku li cem şoreşgerên ku girêdayî doza xwe ne.
Em bang li hemû şoreşger û raya giştî ya demorkatîk dikin ku li dijî êrÎşan xwedî li şoreşgeran derbikevin.”
SAZÎ Û RÊXISTINÊN DAXUYANIYA HEVPAR ÎMZE KIRINE
"AGEB (Yekîtiya Kedkarên Koçber ên Ewropa)
KOLEKTÎFA XEMIR-SOR (MOR-KIZIL KOLEKTİF)
İTİF (Federasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Swîsreyê)
ATİGF (Federasyona Ciwanên Karker ên Tirkiyeyî yên Ewûstûryayê)
AvEG-Kon ( Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropayê)
ADHK (Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropayê)
KON-MED (Konfederasyona Civaka Kurdistanî yên Elmanyayê)
SYKP – Ewropa (Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst)
BİR-KAR – Ewropa (Platfroma Biratiya Gelan a Yekîtiya Karkeran)
Redaktion Klassenstandpunkt (Piştevaniya Sinif-Elmanya)
PDA (Partiya Ked Ewûstûrya)
KJÖ/KSV ( Yekîtiya Xwendekraên Komunîst/Ciwanên Komunîst Ewûstûrya)
Rot Front Kollektiv (Kolektîfa Eniya Sor – Ewûstûrya)
KOMintern (Înîsyatîfa Sendîkaya Komunîst Enternasyonal)
KKP (Partiya Komunîst a Kurdistan)
ASM (Meclîsa Sirgunên Ewropa)
Platforma Yekîtiya Têkoşînê
Eniya Şorşeger.”