Ji bo Sînan Dersim li Hambûrgê mîtîngek hate kirin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji bo Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ê ku 27’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşeke esmanî de şehîd bûbû, mîtîngek hate lidarxistin.

Bi tevlîbûna Kurdistaniyan li Sternschanze ya Hambûrgê ji bo endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku 27’ê Cotmeha 2020’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî bi Kurdî, Tirkî û Elmanî li ser têkoşîn û kesayeta şehîd Sînan Dersim axaftin hate kirin.

Li ser navê Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) jî axaftin hate kirin û hate gotin ku şoreşgerke welê bû ku cihê wî nayê tijekirin.

Mîtîng bi dirûşman û hildana wêneyên Şehîd Sînan dersim bi dawî bû.

Wê ji bo Dersim 25’ê Nîsanê li Fîschmark a Hambûrgê mîtîngek mezin a bîranînê bê lidarxistin.