Ji bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê meş hat lidarxistin

Kurdistaniyên li Swêdê îro bi meşeke girseyî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst û her wiha êrîşên hovane yên rejîma Îranê yên li ser bajarên Kurdistanê şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Stockholm û bakurê Swêdê, danê nîvro saet 14:00'an de li qada Norra Bantorgetê kom bûn, di serî de ala komara Mehabadê, alên PJAK-KODAR û YJP-YPG û wêneyên Jîna Emînî û Şilêr Resûlî, gelek pankartên li ser berxwedana gelê rojhilatê Kurdistanê hildan û ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di dema derbasbûna çalakgeran de bê navber dirûşmeya ‘’Tirkiye û Îran destê xwe ji xwîna Kurdan vekişînin’’ hatin berzkirin û û  li ser armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bang li gelê Kurd hate kirin ku di vê serdema ku Îran û Tirkiye bê navber êrîşên xwe yên hovane bi armanca qirkirin û tinekirina Kurdan didomîne de, divê ji her demê bêhtir ruhê neteweyî derkeve pêş û her kes li dijî metirsiyê hişyar be û wiha hat gotin: ‘’Ji ber ku her du dewletên dagirker û qirker ji yekîtiya gelên li herêmê ditirsin. Divê gel li her derê bi her awayî xwedî li Kurdistanê derbikeve, ji ber ku ev êrîşên her du dewletan jî bi yek armancê pêk tên. Şoreşa Rojava ku ji bo hemû Kurdistanê bi taybet ji bo Jinên li rojhilatê Kurdistanê bûye moral, ji ber vê ye ku bi her awayî li hincetên derewîn digerin û êrîşê Kurdan dikin, bi taybet jî her du dewlet ji hebûna hêza ‘Jina Kurd" ditirsin û ji ber wê ye ku ‘Jin, jiyan, azadî’ bûye kabûsa her du dewletan.

Dema çalakger gihîştin Normalmstorget, hunermenda Kurd Şeyda Qewamî bi xwendina stranan piştgîrî da çalakgeran. Çalakî ku veguherî mitîngê, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Piştî çalakiyê bang hate kirin ku sibe jî ji bo 44’emîn salvegera cejna vejînê, gel amade bibe.